Amfiya şaredariyê, medreseya 400 salî xera dike 2018-09-27 09:16:40 RIHA - Mizgeft û Medreseya Rizvaniye ya li penaha Gola Masiyan e, hindik maye xera bibe.  Sala par Şaredariya Mezin a Rihayê ya AKP'î, li penaha Gola Masiyan xwest avaniya sererd û binerd nû bike. Di dema van xebatan de Mizgef û Medreseya Rizvaniye ya xwedî rabirdûyeke 4 qirna ye texrîb bû.    Şaredariyê, qada şanoyê ya amfiyî ya li kêleka medreseyê ye rûxand. Şaredariyê, beriya xebatan şanoya amfiyê ya 10 metre dûrî medreseyê ye, b medreseyê re kir yek çêkir. Lê belê pisporan diyar kir ku diviya avahiyên betonî herî kêm 10 metreyan dûrî avahiyên dîrokî bin. Lê belê ji ber şanoya amfiyê ya li ber dîwarê emdreseyê hat çêkirin, ji bo medreseyê bû cihê talûkeyên mezin.    Lê belê şanoya amfiyê ji nû ve hat çêkirin. Îjar vê carê jî avahiya şanoyê sîlueta medreseyê girt. Hat gotin ku ji ber dîwarê şanoya amfiyê bi dîwarê medreseyê ve ye, giraniya xwe dide ser dîwarê medreseyê. Di 14'ê Mijdara 2017'an de Şaredariya Mezin projeya şanoyê ji Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî re şand. Lê belê desteyê destnîşan kir ku ev proje ne li gor standardan e û qebûl nekir. Lê belê şaredariyê guh neda biryara desteyê û dest bi çêkirina projeyê kir.    Desteya parastinê di 30'yê Çileya 2018'an de ji Şaredariya Mezin a Rihayê re got, divê şanoya amfiyî bê rûxandin û di navbera dîwarê wê û medreseyê de mesafeyek hebe û navbera dîwarê şano û medreseyê bi axê bê tijekirin û qadeke hêşîn bê çêkirin. Lê belê 8 meh in Şaredariay Mezin a Rihayê ev yek nekiriye û Qanûna Parastina Heyînên Dîrokî ya Jimare 2863'yan bin pê kiriye.    Têkildarî mijarê em li Midûriyeta Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê geriyan. Midûriyetê diyar kir ku Şaredariya Mezin a Rihayê biryar pêk neaniye, lê belê Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarsaziyê ya Şaredariya Mezin a Rihayê jî ev yek derewand û parast ku şanoya emfiyê zirar nedaye medreseyê.