Berhemên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî derketin 2018-09-23 14:45:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Berhemên di Pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî de xelat wergirtin derketin.   Pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî-2018 ku bi piştevaniya pirtûkakurdi.com hatibû lidarxistin, berhemên di pêşbirkê de bûn yekemîn çap kirin. Di pêşbirkê de di cureya helbestê de berhema "Havîna Li Serfêza Behrê" ya Rizgar Elegez, di cureya romanê de berhema "Bîr" a Nûdem Hezex û di cureya çîrokê de jî berhema "Guleyşa" a Rehmî Kurdziman bûbûn yekemîn.   Berhemên di pêşbirkê de bûn yekemîn ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatin çapkirin. Dê xelatên pêşbirkê 30'yê Îlonê li Pêşangeha Pirtûkan a 6'an a TUYAP'ê ya Amedê bên dayîn. Pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî-2018'an bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hatibû lidarxistin, lê di pêşbirkê de di warê  kirmanckî de tu berhem xelat wernegirtin.   Juriya beşa kurmancî ev bû; di lijneya Romana Kurdî ya Kurmancî de İbrahim Seydo Aydogan, Şener Ozmen, Joanna Bochenska, Fexriya Adsay û Ferzan Şêr; di lijneya Çîroka Kurdî ya Kurmancî de Hesenê Metê, Ergin Opengin, Firat Cewerî, Sîdar Jîr û Dawid Yeşîlmen; di lijneya Helbesta Kurdî ya Kurmancî de Berken Bereh, Kawa Nemir, Fatma Savci, Gulizer û İrfan Amida cih girtibûn.