Mezada pirtûkên kurdî tê lidarxistin 2018-09-22 17:38:21   STENBOL – Cafeya Şevîn a li Taksîmê dê roja yekşemê yekemîn car Mezada Pirtûkên Kurdî li dar bixe.    Li Cafeya Şevîn a li semta Taksîmê ya Stenbolê Mezeda Pirtûkên Kurdî tê lidarxistin. Dê mezad xwerû bi pirtûkên kurdî be û pirtûkên cûr bi cûr ên nivîskarên kurd derxin ser dezgehan û wê ji pirtûkên rêzimana kurdî bigire heta romanên kurdî cih bigirin. Her wiha dê pirtûkên wêje û helbestên kurdî yên klasîk jî di mezadê de cih bigirin. Mezad dê roja yekşemê saet di 16.00’an de bê lidarxistin û li benda xwînerên kurdî ye.