Li Rihayê dîrokek winda dibe! 2018-09-07 09:13:24 RIHA - Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin.  Li Taxa Esemkûlû ya navçeya navendî Karakopru ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî hêdî hêdî tune dibin. Avahiyên dîrokî yên ji Taxa Esemkûlû dest pê dikin û heta sînorê Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Rihayê diçin, bi saya baran û defînegeran derketin holê, lê belê bala saziyên xweza û dîrokê nakişînin.    DÎROKEK WINDA DIBE    Dîrokzanên hunerê û arkeologên ku wêneyên aîdî van avahiyên dîrokî lêkolîn kirin, diyar kirin ku Beriya Mîladê ji dema Romayê mane. Fabrîkaya şerbabê, qada bicihbûnê ya kevn û goristanên heyî ji aliyê defînegeran ve tên kolandin. Şêniyê taxê Enver Çoban diyar kir ku wî der barê van avahiyan de lêkolîn kirine. Çoban, da zanîn ku di hewzeya 30 kîlomtreyî de du qadên bicihbûnê yên binerd û serd hene, xebatgeh ji bo ava tirî hatine bikaranîn û loma wekî fabrîkaya şerabê hatiye binavkirin. Çoban, diyar kir ku di heman xebatgehan de zeytûn jî hatine eciqandin û rûnê wan hatiye derxistin.    Çoban, diyar kir ku li hewzeyê nêzî 300 gorên ji dema Romayê mayî hene tepeyê li taxê tepeyekî gelekî mezin e û xwedî rabirdûyeke 7 hezar û 500 salî ye.    HAYÊ DEWLETÊ JÊ TUNE YE    Tê diyarkirin ku li van deran beriya qirkirinê ermen diman. Ji bilî vê li taxê avahiyên dîrokî yên bi navê Xarabe, Saqultan, Şikeftên Barutçiyan, Kevrî Sînik, Çiyayê Qeşmer, Duzê Golê, Millikan, Kuştiyan û gelekê din hene û hayê saziyên xweza û dîrokê jê tune ye.