Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike 2018-09-04 09:13:59 WAN - Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser kurdî û weşangeriya kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin: "Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?"  Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de "perwerdehiya bi zimanê zikmakî" bi awayekî taybet hatiye destnîşankirin. Lê belê, li Tirkiyeyê bi salan e kurdî tê çewisandin. Nemaze jî piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, dibistanên taybet ên kurdî hatin girtin, radyo, rojname, televîzyon û ajansên nûçeyan ên bi kurdî weşana xwe dikirin bi KHK'yan hatin girtin. Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, zext û zoriyên li ser kurdî nirxandin.    ‘PIŞTÎ SAZÎ HATIN GIRTIN BÊDENGIYEK ÇÊBÛ'    Bateyî, destnîşan kir ku bi girtina saziyên bi kurdî perwerdehî didan weşanxaneyên kurdî derbeyek giran xwarin û got: "Berê saziyên perwerdehiya kurdî didan û xwendekar hebûn. Ev xwendekar hînî ziman dibûn û dema hîn dibûn materyal ji weşanxaneyên kurdî peyda dikirin. Lê niha ev rewş tune ye. Piştî sazî hatin girtin di warê kurdî de bêdengiyek çêbû. Mixabin saziyên me yên din ên ne bi kurdî jî xwedî li van weşanan dernakevin."    ‘EM HEWL DIDIN LI SER PIYA BISEKININ'    Bateyî xwedîderneketina siyasetmedaran a ji bo kurdî wekî trajediyekê nirxand û got nemaze jî di warê perwerdehiya bi kurdî, çandî û hunerî de bêxwedîtî heye.    Bateyî got: "Kurd ji bo pêşeroja xwe têdikoşin, lê xwedî li zimanê xwe dernakevin. Ev jî trajediya me ye. Rewşa ku niha kurd tê de ne her çend nebaş be, weşangeriya kurdî jî ewqas nebaş e. Niha li gelek bajarên kurdan qeyûm pêşangehan li dar dixin, lê mixabin di wan pêşengehan de cih nadin weşnxaneyên kurdî, xebatên ji bo kurdî nakin. Ev jî nîşan dide ka kurdî çawa tê çewisandin. Raste rast mudaxileyî kurdî nayê kirin, lê dedora wê tê dorpêçkirin û bi vî awayî sazî tên girtin. Li hemberî van çewisandinan em jî li gor hêza xwe li ser piya disekinin."    'JI BO ZIMANEKÎ TALÛKEYA HERÎ MEZIN...'    Bateyî, bilêv kir ku di vê çarçoveyê de bangewaziya ji bo xwedîderketina li kurdî jî êdî bêwate ye. Bateyî, diyar kir ku divê mirov pêşî ji zimanê xwe hez bike û paşê li her qadê bilêv bike û got: "Eger kurd xwedî li zimanê xwe dernekevin û nekin perçeyekî jiyana xwe, dê encamên vê yekê giran bin. Êdî wekî zimanekî biyanî nêzî kurdî dibin. Li Tirkiyeyê li ser zimanê kurdî polîtîkayeke wisa heye ku, êdî em dikarin bêjin ku kurdî ber bi mirinê ve diçe. Heta çend sal berê jî me nikaribû vê yekê bibêje, lê mixabin niha rewş ev e. Dibe ku kurd pirtûkên kurdî pir çap bikin, dibe ku TV'yên wan hebin, lê jenerasyona nû êdî bi kurdî xeber nade û yên zanin jî ji bîr dikin. Ev rewş ji bo kurdî talûkeyeke mezin e. her ku dewlet vê yekê dibîne, difikire ku polîtîkayên wî yên asîmlasiyonê bi kêr tên. Loma ji dêvla qedexekirinê rasterast bi van polîtîkayan tev digere."    Bateyî, bilêv kir ku divê kurd jî li hemberî vê polîtîkayê bi awayekî topyekûn xwedî li zimanê xwe derkevin. Bateyî, diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê her kudek kurdî bike perçeyekî jiyana xwe û got: "Eger tu xwedî li zimanê xwe dernekevî, nexwe tu jî dibû perçeyekî vê polîtîkayê. Çawa ku misilmanek her ku serê xwe datîne ser balgiyê û dibêje: 'Îro min ji bo Xwedê çi kir?' Divê kurd jî dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin 'îro min ji bo zimanê xwe çi kir?'"