‘Hunera xweser huner e’ 2018-07-30 09:04:37 AMED – Li Tirkiyeyê Şanoyên Dewletê jî bi Serokkomariyê ve hatin girêdan. Yavuz Akkuzu yê xebatkarê Şanoya Bajarê Amedê biryar rexne kir û got: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve şano bi rêveberiyan ve girêdayî ne. Ev jî ji mêj ve xelet e. Bi biryara nû ya ku ‘dê li Tirkiyê Şanoyên Dewletê bi Serokomariyê ve bên girêdan’ kurkirina vê biryarê ye. Huner di her şert û mercê de divê xweser be."    Saziyên çand û huner ên wek Şanoyên Dewletê (DT), Bale û Operaya Dewletê (DOB) bi Biryara Hukmê Qanûnê ‘KHK) ya hejmara 703 bi Serokomariyê ve hatin girêdan. Xebatkarê berê yê Şanoya Bajarê Amedê Yavuz Akkuzu li ser mijarê got ku huner û saziyên hunerê ji serdema avakirnia Komarê ve bi pergala dewlet û hikumetê ve girêdayî ye. Ev jî polîtîkayeke şaş e.    ‘BI HUNERÊ DEWLETÊ XURT DIKIN’   Lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê piştî Qayum dest da ser şaredariyan şanoger jî ji kar dur xistin. Şanogerên ji kar hatin derxistin şanoya xwe ya xweser ava kirin û hunera xwe ya ku ne bi cihek ve girêdayî berdewam kirin. Yavuz Akkuzu jî endamê Şanoya Bajarê Amedê bûn û bi KHK’ê ji kar hat durxistin. Akkuzu destnîşan kir ku li Tirkiyê tu car Şanoyên Dewletê, saziyên Opera û Baleyê tu car xweser nebûne. Li Tirkiyê her tişt li gor xurtkirin û mezinkirina dewletê tê bikaranîn. Ev di hunerê de jî wisan e. Ev pir şaş e. Rastiya bêalî ya çand û hunerê bi xweseriyê diyar dibe.   ‘HIŞMENDIYA KEMALÎST VÊ RÊBAZÊ AVA KIR’   Akkuzu bi bîr xist ku saziyên hunerê ji destpêka avakirina xwe ve li gor hişmendiya kemalîstî hatine damezrandin. Akkuzu wiha pêde çû: “Di destpekê de saziyên çand û hunerê bi dewletê ve girêdan. Vê jî di ser çanda Tirk ve kirin. Bi vê rêbazê xwestin hişmendiya Kemalparêz li pêşxin. Niha dewleteke olperest heye. Hemû saziyan bidest xistiye. Saziyên bidest xistin niha jî li gor olperestiyê teşe  didin wan û dê li gor bîr û boçûnên xwe wan birêve bibin. Sed mixabin Kemalîstên ku niha li dijî vê tiştê dertê bi xwe di avakirina komarê de vê xeletiyê kir û pergaleke wisa avakir.”   ‘DI ŞANOYAN DE SERDEMA YEK MIROVÎ’   Akkuzu vegot ku Şanoyên Dewletê bi hişmendiya Dewlet û Hikumeta heyî dê hê bêtir bi dewlet û hikûmetê ve bên girêdan û wiha pêde çû: “Dê pirtir lîstikên ku hişmendiya wan vedibêje bên lîstin. Lîstikên ku ew dê binivîsin derkevin ser dike. Êdî hemû moçûn û lêçûn, hemû biryarên sazumaniyê, bijartina lîstik û lîstikvan dê ji aliyê Serokomariyê ve bi destê mirovek pêk bên. Pêkane ku di demên pêş de bale û opera jî bên girtin. Bi reng û teşeya xwe ne li gor hişmendiya Dewletê ye.”   ‘RÊBAZ YEK E BÎRDOZÎ CIHÊ YE’    Akkuzu aşkera kir ku li tevahê cîhanê Şano bi dewletan ve girêdayiye û wiha mijarê anî ziman: “Niha ji sedî 95’ê şanoyan bi dewletan ve girêdayîne. Wek mînak li Ewropa jî şano yek ser bi dewletan ve girêdayîne. Lê biryarên xwe xwuser in. An jî nîv xweseriyê ji destê xwe bernadin. Pirtir jî ji bo destek bistînin bi dewletan ve girêdayîne. Di afrîneriya xwe de ne wisan in. Lê li Tirkiyê ji hiş ve jî bi dewletê ve girêdayîne. Dema ku dewlet dixwaze lîstik van digire, lîstik dibijêre. Niha jî bi Serokomar ve hat girêdan û  heman rêbaz û bi bîrdoziya dewleta olperest dê şano bê kirin.”  Akkuzu da zanî ku Şano bi xweseriyê şanoye.