Suavî: Pira navbera huner û civakê xerakirine 2017-10-18 09:24:41 AMED – Hunermend Suavî, diyar kir ku heke jiyana li Amedê veguhere jiyaneke asayî, ew tê wateya asayîbûna jiyana Tirkiyeyê û wiha got: “Êdî Sûra Tahîr tune ye. Raçîng û bêhna Amedê tê xerakirin.” Suavî, dest nîşan kir ku di navbera civak û hunerê de veqetîneke cidî heye û wiha got: “Pira di navberê de hatiye dînamîtkirin. Huner saziyeke ku îtiraz dike. Ne saziyeke ku destê xwe têxe destê serdestan û bigere.”  Hunermend Suavî, piştî konsera xwe ya li Sûra Amedê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.    Suavî diyar kir ku herî dawî ew beriya referandûmê di 15’ê Nîsanê de hatiye Amedê. Hunermend Suavî anî ziman ku dema mirov di şert û mercên OHAL’ê de tê Amedê bi dîmeneke xemsar re rû bi rû dimîne û wiha got: “Dema şert û mercên OHAL’ê tune bûn jî li Amedê şertên OHAL’ê xwe didan der.” Suavî mînak da û got ku riyeke 5 deqîqeyan ancax hûn di 20 deqîqeyan de diçin û wiha got: “Bi taybetî jî meseleya ewlehiyê herî zêde li derdora saziyên dewletê tê dîtin. Ez vê qilqiliyê fêm dikim.” Suavî diyar kir ku mirovekî/e ku bi rihetî dikaribû bê Amedê, niha ji ber van dîmen û şertan naxwaze bê.     ASAYÎBÛNA JIYANA LI AMEDÊ TÊ WATEYA ASAYÎBÛNA JIYANA LI TIRKIYEYÊ   Hunermend Suavî, dest nîşan kir ku a rast heke jiyana li Amedê veguhere jiyaneke asayî, ev tê wateya asayîbûna jiyana li Tirkiyeyê û wiha domand: “Çimkî Amed, di dîroka polîtîkaya Tirkiyeyê de bajareke zaf girîng e.” Suavî got ku hevsengiya li Amedê a rast di warê têgiştina welat de girîng e. Her wiha Suavî diyar kir ku li Amedê huner bi awayekî rihet dikare xwe îfade bike, lê belê gelek hunermend di hatinê de bifikare ne û wiha domand: “Lê min bi konserê ev yek nîşan dan. Ev mînak ji me re dibêje ku, hîn jî li Amedê beramberiya hunerê heye.”   ‘MEKANÎZMAYA DI NAVBERA HUNER Û CIVAKÊ DE HATIYE TEXRÎBKIRI’    Suavî balê kişand ser sekna hunermendan a li hemberî geşedanên li welat û wiha got: “Hunera vê pêvajoyê her çi qas wek abîdeyekê derneketibe pêşberî me jî lê belê li hin cihan tê nivîsandin. Sînemager di qada xwe de hin tiştan dikin, romanûs di qada xwe de hin tiştan dikin, helbet muzîkjen jî. Helbestvan hin tiştan dinivîsin. Ez vê yekê hîs dikim, bêhn dikim û hay ji vê rewşê heme.”  Suavî got ku, bi awayekî giştî derdora hunerê li cihekî nerêxistinbûyî disekine û ji ber vê nikare li hemberî guherînên siyasî berheman derxîne holê û wiha got: “Li gel vê sansureke cidî heye û em bi toreke çapemeniyê ya ku di bin zext û zoriyan de ye rû bi rû ne. Tişta tu çê dikî, bera ku tu derdixînî holê di bin van çewisandinan de xwe nagihîne gel. Ev yek valahiyeke mezin e û bi qasî ‘gelo ma huner tiştekî nake?’ me ditirsîne.”    Suavî, diyar kir ku mekanizmaya di navbera huner û civakê de hatiye texrbkirin û ji ber vê di navbera huner û civakê de veqetînek heye. Suavî, dest nîşan kir ku veqetîneke wisa ye ku tu dibê qey bi zanebînî hatiye çêkirin û wiha got: “Li herdu aliyên çem hunermend û gel dest ji hevdu re bilind dikin, lê pira di navbera wan de hatiye dînamîtkirin. Rewşeke nepelandinê heye. Halbûkî huner pelandine.”    Suavî ji bo xwegihandina civakê ya hunerî jî û wiha got: “Di wê sala ku di Newroza Amedê de manifestoya yekemîn a Abdullah hevdîtin çê dibûn. Lê belê ev hevdîtin car hebû di navbera muxataban de hat înkarkirin û bi awayekî din hatin îfadekirin û wisa hevseng xera bûn. Avhewaya wê demê cuda bû. Awayê xweîfadekirina mirovan cuda bû. Bi awayekî dîtbarî buna jî azadiyek, rihetbûyînek hebû.” Suavî diyar kir ku ji bo pêvajoyên dubare xwedanserheviyê dem divê û wiha got: “Ji ber ku amûrên te yên berê hatine desteserkirin, tu nikarî bi lez xwe bidî ser hev. Lê em dikarin vê yekê biparêzin; ketin tiştekî zaf xwezayî ye, a girîng biryardarî ye. Siyaseteke ku berdewamiya wê tune be îhtimala wê ya serdestiyê sifir e. Yanî dema mirov bi biryar be dikare wê toza li ser xwe daweşîne, rabe û dîsa bêje ez heme.”    TÊKOŞÎNA SEMÎH Û NÛRIYE TÊKOŞÎNA EDALAT Û DEMOKRASIYÊ YE    Hunermend Suavî ji bo strana ku di konsera Sûrê de ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça got û têkoşîna kedkarên hatine îxrackirin jî ev tişt gotin: “Min ji bo Sûrê stran got. Min ji bo Tahîr, ji bo Selahattin, ji bo Fîgen, ji bo gelek kesên di girtîgehan de min stran got. Ma ez ê çawa ji bo Nûriye û Semîh jî nebêjim. Bi awayekî fizîkî herduyan jî nas nakim, lê her du jî wek xwişk û birayên min in. Li cihekî wisa mahsûm disekinin ku bûne hestî. Ez baş dizanim ka ew hucre bê texrîbateke çawa li ser bedena mirov çê dikin. Ez bi korsakofê, rizandina bedenê dizanim. Dema em pirsa sûcê van zarokan bikin, mirovekî/e ji rêzê ku rojanmeyan dixwîne jî dê bibêje bêsûc in. Hin organên dewletê dikarin ji hêla xwe ve hin îdiayan bavêjin holê, lê ev min têr nake. Ji kerema xwe pesend bikin, wek ferdeki vî welatî dixwazim hûn pesend bikin. Dixwazim fêm bikim û qanih bibim. Ez mirov im, kes im, ne col im. Her kesê ku vê derûniya colî red bike wêrek e. Em muxatabên wan kesan e ku ji ber pirsên me nerihet dibin. Em ê tim bipirsin.Dîsa dipirsim, sûcê Nûriye çî ye, dixwazim hîn bibim. Mînaka gava din dibêjim. Nûriye bi tivingê çûye ber lîseyê û ji kesan yek kuştiye û yên din bi giranî birîndar kiriye? An jî Semîh li zanîngeha xwe serekê çalakiyeke tund e?”    Suavî, diyar kir ku a rast çalakiya ku Semîh û Nûriye dikin ew e ku ji bo hin kesên din ji karên xwe nebin û wiha got: “Divê em tenê Nûriye û Semîh wek kesên ku li hemberî dewletê tev digerin nebinin.” Suavî dest nîşan kir ku ev yek di heman demê de têkoşîna edalet û demokrasiyê ye.    Suavî balê kişand ser bêdengiya li hemberî rûxandina ku li Sûr û Heskîfê didome û wiha got: “Ji bo vir tenê bêdengî tune ye. Ez pir digerim. Bêyî ku pêdivî bi xelekek ewlehiyê bibinim, ez xwe li kuçe û kolanan îfade dikim. Li warê diya min Îzmîrê jî li hemberî texrîbatkirina darên zeytûnan mirov bêdeng in. Li hemberî kolanêndinên lêgerînên madenan ên li Çiyayê Kazê jî mirov bêdeng in. Li Antalyayê herdu hevjînên hev ên hawirdorparêz hatin gulebarankirin. Mirov bêdeng in. Dema em bi awayekî giştî lê binerin li vî welatî hevseng hatine xerakirin.”    ‘GELÊ AMEDÊ DIŞIBE BAJARÊ XWE, DIŞIBE SÛRÊ’   Sûavî dest nîşan kir ku di mîmariyê de du termînolîjî hene û wiha domand: “Yek; mirov dişibin bajarê xwe. Dudo; mirov bajarên xwe dişîbîne xwe. Ya ku li Sûrê tê kirin a duyemîn e. Û ev yek texrîbat bi xwe ye. Heke ji bo tu bajarekî bişibînî xwe hewl bidî, nexwe tu qediyayî. An jî te qedandina wir ji xwe re kiriye hedef. Kesên vê yekê dikin, dixwazin mirovên dişibin bajarên xwe deforme bikin. Gelê Amedê, dişibe bajarê xwe, dişibe Sûrê.”    ‘MA KARÊN HESKÎFEKE DIN BIAFIRÎNIN?’   Suavî, dest nîşan kir ku texrîbkirina wê tê wateya bi lîstina dîroka wê û wiha got: “Divê neyê gotin mîmarî ye, çar mal in û derbas bibin. Belkî divê kuçeyek hezar sal bijî. Sûr tenê ne ji bo Amedê, ji bo hemû mirovan e û mafê wê heye bijî. Yanî wisa difikirim ku texrîbata li Sûrê ji bo guherandina raçînga bajêr e.” Suavî dest nîşan kir ku behsa tiştekî ku dê ji nûve nikaribin çê bikin dikin û wiha got: “Ma dikarin Heskîfeke din biafirînin? Ev yek ji bo darên zeytûnan jî derbasdar e. Bi çavekî bazirganiyê lê dinerin.” Suavî dest nîşan kir ku dema mirov pala xwe bide dîwarekî Sûrê ne mumkun e ku meriv xilmaşî dîrokê nebe, lê belê ev yek ji bo dîwarên TOKÎ’yan ne derbasdar e û wiha got: “Li nav Sûrê bûm şahidê tiştekî wisa jî. Êdî Sûra Tahir (Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî) tune ye. Dema bajarek kevnar bibe qîmeta wî zêde dibe. Bajar, wek dostaniyên kevn in. Tu fêdeya tunekirina cihekî weke Heskîfê ji bo welat tune ye. Ez vê yekê wek sepandineke hezîn dibînim. Di vî warî de helbet ez ê mafê xwe yê îtirazê bi kar bînim, ez ê gotina xwe bibêjim, ez ê pirsa xwe bikim. Heke bivê ez ê bi wê hişmendiya xwe ya demokrasiyê pozisyona xwe jî diyar bikim. Bermaberiya pozisyona min ne xwepêşandan e. Ez dixwazim li vê xakê wisa bijîm. Dema mirov xera bibin, bajar jî xerab dibin. Mirovê dişibe bajarê xwe maqûl e. Xerabkirina raçînga bajêr a Amedê têkildarî xerabûna raçînga mirov e. Dibe ku ev fikra min ji bo hin kesan antipatik be, lê ez wisa difikirim. Raçîng û bêhna Amedê tê xerakirin. Ev tiştekî demdirêj e. Jiyan bi awayekî didome.”    MA / Özgür Paksoy – Rıfat Şahin