Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin 2024-09-15 14:28:37   STENBOL - Di 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan a li Stenbolê de li dijî pişaftinê bertek hatin nîşandan.    Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya Gêxî-Dep-Azarpêrt-Xorxol-Çêrmeyê (KAYY-DER) li Parka Mîmozayê ya Beykoz a Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan li dar xist. Bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “KAYY-DER çanda Geliyê Periyê digihîne pêşerojê” û “Li dijî şewat, talanê em li Çewligê xweza û qadên jiyanê diparêzin” hatin hilgirtin. Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu, Celal Firat, Omer Faruk Hulaku, rêveberên bajar ên DEM Partiyê, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev li bûn.    Mîhrîcan, bi pêşkeşkirina Borega Kurdan dest pê kir. Piştre jî li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin û dengbêjan stranên xwe gotin. Piştre jî Koma Govendê ya Dîlanê derket ser dikê. Serokê Komîsyona Amadekar a Mîhrîcanê Azîz Enul anî ziman ku Borega Kurdan êdî di gastronomiyê de bûye sektorek.    ‘ME JI PIRÇANDÎTIYÊ SÛD GIRT’    Enul, diyar kir ku gelên Mezopotamyayê her tim ji pirçandîtiyê sûd digirin û axaftina xwe wiha qedand: “Me di vê rêyê de bedelên giran dan. Lê belê her tim em rastî pişaftinê hatin û li dijî me kedxwarî hate kirin. Mînaka vê ya herî şênber, gotin û lîstikên faşîzan ên li ser navê Borega Kurdan tên gerandin in.  Weke kedkarên Borega Kurdan em ê tu caran destûrê nedin vê yekê.”    Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û mîhrîcan bi gerandina govendê domiya.