Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû 2024-09-14 12:59:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Johannes Lepsius a bi navê “Ermenîstan û Ewropa: Metenekî Sûcdarkirinê ya li Dijî Dewletên bi Hêz ên Filehan” derbarê desthilatên herêmî yên ku daxwazên desthlatên navendî pêk tînin, agahiyên girîng radigihîne. Wergera tirkî ya pirtûka Johannes Lepsius a bi navê “Ermenîstan û Ewropa: Metnekî Sûcdarkirinê ya li Dijî Dewletên bi Hêz ên Filehan” ji Weşanên Aramê derçû. Pirtûk bi berge û raporan bal dikêşe ser komkujiya ermenan û helwesta Ewropayê ya di vê komkujiyê de bi zimanekî hişk tê rexnekirin.