Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû 2024-09-01 09:44:39 STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Dê pênûsa we nekeve erdê” derçû.  Hejmara 79’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Dê pênûsa we nekeve erdê” derçû. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, di berga kovarê de cih girt.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    * Em ne “Terorîst” rojnameger in! / Nişmiye Guler   * Silav Ji Berxwedana Nazenîn a Gulê re! / Medya Doz    * Yek hebû ew her hebû! / Semiha Alankuş   * Hewl didin sepana Islehkirina Şerqê pêk bînin / Çîgdem Kiliçgun Uçar    * 1’ê Îlonê: Ji bilî şerê ji bo aştiyê tu rêyên me nînin! / Oya Açan   * Di pergala baviksalarî de hebûna me ya bi nasnameya jinê / Canan Kaya