Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin 2024-08-18 16:35:29   ERZIROM - Rêxistina DEM Partiya Navçeya Qereyaziyê li dijî zextên li ser dawetan şahiya “govendê” li dar xist.    Rêxistina DEM Partiyê û DBP’ê yên navçeya Qereyaziyê ya Erziromê ji bo bertek nîşanî êriş û zextên li ser dawet û govendê bidin, li qada mesîreyê ya Goleta Qereyaziyê şahiya “govendê” li dar xistin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.    Beştaş di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku di heyama darbeya 12’ê Îlonê de jî mudaxileyî govend-dawetan nehatiye kirin û got: “Em biz iman, nasname, govenda xwe li vir in. Em ê serî li ber tu zilm û zordariyê netewînin. Di heyama faşîzma 12’ê Îlonê de jî destwerdanî dawet û govenda me nehatibû kirin. Kîjan hêz dikare bike ku kurd dest ji govendê berdin? Wê li her derê berxwedana me ya ji bo çand û zimanê me berdewam bike.”    Piştî axaftina Beştaş, welatiyan govend rast kirin. Stranbêj bi kurdî strîn û welatiyan govend gerand.