Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye 2024-07-28 21:40:26   DÊRSIM - Avakarên beşdarî panela li ser hawirdor û madenê ya li Mîhrîcana Mûnzûrê hat lidarxistin bûn bal kişandin ser xeteriya ku ekosîstemê xera dike û gotin: “Aşkere ye ku têkoşîna herêmî wê bi ser nekeve. Pêwîste em têkoşîna ekolojiyê xurt bikin.”   Li 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku li Dêrsimê berdewam dike, li ser hawîrdor û madenvaniyê panel hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî panela li Kolana Hunerê hatin kirin bûn. Di rûniştina ewil a panela weke du rûniştinan hate lidarxistin de hawîrdor û di rûniştina duyemîn de jî madenvanî hate nîqaşkirin. Di panela hawîrdorê ya ku parêzer Fatma Kalsen moderatoriya wê dike, endama Desteya Parastina Mûnzûrê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DEDEF) Ulaş Yegîn, Hevberdevka Enstîtuya Ekolojiyê ya Polenê Çîse Yildiz û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Sedat Başkavak weke axivêr amade bûn.    Di panelê de destpêkê Yegîn, li ser projeyên madenê yên ku wê li Dêrsîmê bibe sedema talankirina xwezayê agahî da. Yegîn, diyar kir ku xetere li her navçeya Dêrsimê belav bûye û wiha got: “Em ê xwezaya xwe biparêzin lê ez nafikirim ku bêyî yekitî hebe serbikevin. Piştî ku hûn dikevin qadên madenê nikarin tiştekê bikin. Ya girîng ew e ku bêyî rûhsetê bigirin li dijî vê bê derketin. Dêrsim dê nebe Îlîç em ê destûrê nedin vê.”   ‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI PÊŞEROJA XWE DERKEVIN’     Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak jî projeyên bajar bi bajar, herêm bi herêm tên plankirin vegot û bal kişand ser birînda daran a li Şirnexê. Başkavak, destnîşan kir ku heta pergal neyê guhertin ne pêkan e pirsgirêkên hawîrdorê bên rawestandin û wiha got: “Têkoşîneke hiqûqî û fîîlî tê dayîn. Têkoşîna hiqûqî dikare heta cihekî were. Têkoşîna esas têkoşîna fîîlî ye. Têkoşîna xwedî derketina pêşeroja xwe ye. Heta ku em têkoşînê nekin yek wê sibe ew êrîş werin vir û ew şîrket wê li vir jî xebatên xwe pêk bînin. Ya herî girîng ew e ku em li dijî van hemû êrîşan têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ BÊ XURTKIRIN’     Hevberdevka Esntîtuya Ekolojiyê ya Polenê Çîse Yildiz jî cihekî ku pergala sermayeyê destê xwe neavêtiye nema ye û got: “Em dibînin ku di têkoşîna ekolojiyê de sînorên divê bên derbaskirin hene. Mehkûmiyetek hebû ku têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke li jorê siyasetê bû. Me gelek caran retorîka ‘li vir siyasetê tevlîhev nekin’ di têkoşîna ekolojiyê de dibihîst. Em dikarin bêjin ku ev bend hatiye derbaskirin. Em dikarin bêjin ku ev bend hatiye derbaskirin. Em dibînin ku ekolojî êdî mijara têkoşîna bi dewletê re ye. Aşkere ye ku têkoşîna herêmî wê bi ser nekeve. Divê rêxistinbûyîn hebe. Ev yek hem jinan, ciwanan hem jî karkeran eleqedar dike. Divê em têkoşîna ekolojiyê xurt bikin.”   ‘MADEN VEDIGUHERIN DEZAVANTAJÊ’      Dû re panela bi navê “Madenê” hate lidarxistin. Sekretera Giştî ya Odeya Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Dêrsim Gul, Serokê Giştî yê Odeya Endezyaran a Madenê yê berê Mehmet Torûn û Endezyarê Madenê Cemalettîn Kuçuk weke axivêr tev li panelê bûn. Mehmet Torûn ê ewilî di panelê de axivî, wiha got: “Hebûna madenan bi tena serê xwe ne avantaj e. Heta bi peymana welatên emperyalîst re dikare veguhere dezavantajekê jî. Parzemîna Afrîkayê ji aliyê madenan ve erdnîgariyeke gelekî dewlemend e, lê em dibînin ku parzemîna Afrîkayê parzemîna herî xizan a cîhanê ye. Ji ber vê yekê, hebûna madenekê bi tena serê xwe kêfxweşiyê nade mirovan. Kedxwariya keda gel dikare bê wateya xizaniyê.” Torun da zanîn ku bi projeyên madenê re cînayetên kar û komkujiyên xwezayê hene û destnîşan kir ku navê vê yekê “Madenvaniya kedxwariyê” ye û banga parastina xwezayê kir.   Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dêrsim Gulê jî karesata madenê ya Licikê ku di 13’ê sibatê de pêk hat û bû sedema mirina 9 kesan bi bîr xist û wiha got: “Licik dê di salên pêşiya me de gefa li hawîrdorê bidomîne. Heke gelê me xweza û axa xwe biparêze, zexta desthilatê bi kêrî tiştekê nayê. Divê em bi hev re bin.”   Endezyarê Madenê Cemalettîn Kuçuk jî wiha axivî: “Tu desthilatên siyasî rastiyê ji gelê xwe re nabêje. Raporên ÇED’ê jî di nav de tiştekî ku dibêjin jî rast nîne. Licik ne ya ewil e ne jî dê dawî be. Hilweşîna li Licikê ne bi hilweşînê ve eleqedar e. Ji bo vê jî li hemû qadan ji bo talokeya ku li pêş me disekine nîqaş qediyane. Divê hiqûqa me ya berxwedanê bikeve dewrê. Em ê nehêlin dest bidin çiya û kevirên me.”   Panel bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.