Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû 2024-07-28 16:55:53   WAN - Şahiya zarokan a li Wanê ku eleqeyeke zarokan a zêde hebû, bi dawî bû.    Bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Huner û ŞanoWanê li bajar şahiya zarokan hat lidarxistin. Şahî, di roja duyemîn de bi dawî bû. Şahî, li Qada Newrozê hat lidarxistin. Di şahiyê de pêleyîstok, boyaxkirina rû, rîtm, drama û gelek çalakiyên din hatin lidarxistin. Gelek zarok tev li şahiyê bûn û zarokan kêliyên xweşik jiyan. Zarokan bi yek dengî stranên kurdî striyan.    Çalakî bi xêzkirina resman bi dawî bû.