Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat 2024-05-11 00:18:46   AMED – Sanatça û Şaredariya Peyasê bi tevlibûna bi hezaran kesan konserek li dar xist. Dengbêjên NÇM’ê û Rastak guhdarvanan mest kirin.   Sanatçaya ku organîzasyona xebatên çand û hunerê dike, bi hevkariya Şaredariya Peyasê di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li Parka 75’ê konserek li dar xist. Konser rastî eleqeyeke mezin hat û bi hezaran kes parkê tijî kirin. Di konserê de li ser dikê pankarta “War bi war-çîrok û stran” hatin daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Peyasê Berîvan Sîncar û Cengîz Dundar, hunermend, nûnerên saziyan û gelek welatî tev li konserê bûn.   Ewilî hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û bi çîrok û kilamên xwe guhdarvan mest kirin. Çîrokbej Ayhan Erkmen ewilî çîrok vegot û hunermendên pişt wî yên weke dengbêjê mezin Kazo hwd. jî piştî çîrokan kilama wan gotin. Herî dawî jî dengbêjan bi hev re strana hunermend Aram Tîgran ya bi navê “Zimanê Kurdî” gotin û beşa wan bi dawî bû.   ‘EM Ê LI DIJÎ HEMÛ ZEXTAN LI CEM ÇANDÊ BIN’   Piştre hevşaredarên Peyasê Berîvan Sîncar û Cengîz Dundar derketin ser dikê û ji bo tevlibûna hunermendan spasiyên xwe pêşkêş kirin. Hevşaredaran kurtasî axivîn û dan zanîn ku ev 8 sal in ji bo gel tiştên bi vî rengî nehatine kirin. Hevşaredaran bal kişandin ser polîtîkayên zextan ên li ser ziman û çanda kurdî jî û wiha gotin: “Me bi minasebeta vê konserê dît ku me çi qas beriya tiştên çandî yên mîna vê kirine. Em ê li dijî hemû astengî, zext û zoriyan jî li cem çandê, muzîkê û dîrokê bin. Em ji bo hatina we spasiya we tevan dikin.”   RASTAK QADA KONSERÊ HEJAND   Herî dawî koma Rastak ku ji rojhilatê Kurdistanê hatine, derket ser dikê. Rastak ku stranên kurdî, farisî, azerî hwd. dibêjin, bi performansa xwe guhdarvan gelek bi coş xist. Guhdarvanan li ber stranên komê govend gerandin û şeveke bi coş derbas kirin. Hunermendên komê jî li ser dikê govend gerandin û qada konserê bi stranên xwe hejandin.   Piştî performansa Rastak konser bi dawî bû.