Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe 2024-05-09 11:17:54   AMED - Şaredariya Peyasê dê sibe bi tevlibûna çîrokbêj, dengbêj û koma ji rojhilatê Kurdistanê Rastakê konserekê li dar bixe.    Şaredariya Peyas a Amedê dê sibe bi tevlibûna koma rojhilatê Kurdistanê Rastakê li Parka 75’ê konserê li dar bixe. Konser dê saet di 20.00'ê de dest pê bike û Çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Kazo, Xalîde, Evîn Sindî û Mehemedê Serhedî jî tev li bibin.    KONSER BÊPERE YE   Koma muzîkê ya Rastakê yek ji komên di salên dawî de herî zêde tê naskirin e. Bi muzîkên xwe sînor derbas kiriye û xwedî piştperedeyeke kûr a çandî û dîrokî ye. Kom, kevneşopiya muzîka Îran, kurd û azeriyan bi enstruman û rîtmên hemdem jinûve şîrove dike.    Konser dê bêpere be û tevahiya xelkê Amedê lê hat vexwendin.