Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê 2023-12-21 16:35:16   AMED - Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya bi mazûvaniya DTSO’ê tê lidarxisin.   Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya li Navenda Fûar û Kongreya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di 16’ê kanûnê de hatiye destpêkirin hêj jî pirtûkhezan pêşwazî dike. Herî dawî di sala 2019’an de fuara pirtûkan hatibû lidarxistin û bi giştî 175 hezar 714 kes serdana fûarê kiribûn. Fûara îsal tê lidarxistin dê heya 24’ê kanûnê berdewam bike û ji roja ewil heya îro bi giştî di 5 rojan de 237 hezar û 768 pirtûkhezan serdana fûarê kirin.    Welatiyan ji roja ewil a vekirinê heya niha eleqeyeke mezin nîşanî Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê dan. Weşanxaneyên bi kurdî pirtûkan çap dikin jî di nav de, bi giştî 120 weşanxane û 350 nivîskar tev li fûarê dibin. Di fûarê de gelek bernameyên wekî panel, gotubêj, bernameya îmzekirina pirtûkan tên lidarxistin. Gelek pirtûkhez ji bajarên derdor ên wekî Mêrdîn, Êlih, Rihayê û hwd. tên serdana fûarê.