Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin 2023-12-17 16:29:09   AMED - Li ser pirtûka “Bîrgeh” li Amedê panel hat lidarxistin. Nivîskara pirtûkê Helîn Bozarslan, got: “Komar hewl dide bi rêya pişaftin, koçberkirin û qirkirinê civakeke nû ava bike. Me jî xwest li dijî vê bi rêya foto-belgeselê projeyekê pêş bixin.”    Weşanxaneya JJ’yê li ser pirtûka Helîn Bozarslan a bi navê “Bîrgeh” panelek li dar xist. Nivîskara pirtûkê Helîn Bozarslan tev li panelê bû. Panel li Eywana Dîcleyê ya Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hat lidarxistin. Di panelê de nivîskara pirtûkê Helîn Bozarslan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Xecê Şen, rojnamevan Hakki Boltan û koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar weke axêver cih girtin. Moderatoriya panelê jî hûqûqnas Şivan Ozen kir. Di pirtûkê de qala saziyên muxalîf ên kurdan ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên di dema “Rewşa Awarte (OHAL)” de hatine girtin, dike.  Ji bo panelê eleqeyeke zêde hebû û axêveran li ser mijarên pirtûkê nîqaş kirin.    ÇÎROKA ‘BÎRGEHÊ’   Di panelê de ji ewil nivîskara pirtûkê Helîn Bozarslan axivî û qala çîroka xwe ya destpêkirina pirtûkê kir. Bozarslan, destnîşan kir ku di dema OHAL’ê de li Amedê pêvajoyeke gelekî xetere hebû û wiha got: “Me hizra xwe kir û got divê bi destpêkirina vê projeyê xwendineke dîrokî pêk bê. Temenê Komara Tirkiyeyê gelek nîne û bi polîtîkayên jicihkirinê, pişaftin û qirkirinê dixwaze civakekê ava bike. Lewma me jî xwest bi wênebelgeselekê windakirina ‘Bîrgeh’ a Amedê projeyeke wiha çêbikin.”   ‘QETLÎAMEKE CIVAKÎ YE’   Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen jî xebat û projeyên ku li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê di çarçoveya tevgera jinên kurd de tên meşandin û pêvajoyên girtina saziyan û vekirina saziyên nû bi bîr xist. Şen, bal kişand ser polîtîkayên qeyûman jî û wiha got: "Girtina saziyên kurd a ji aliyê qeyûman û KHK’yan ve, qetlîameke civakî ye. Ez wisa pênase dikim.”   Rojnameger Hakki Boltan jî di axaftina xwe de bal kişand se girîgiya bîra civakê. Boltan, diyar kir ku jibîrkirin li civakê tê ferzkirin û ev nirxandin kir: “Dixwazin mafê rêxistinbûyînê ji destê civakê bigirin. Di OHAL’ê de li ser Çapemeniya Azad gelek zext hebûn û komeleya me hate girtin. Weke Çapemeniya Azad ji bo ku bîra civakê winda nebe dê heta dawiyê xebatên xwe bidomînin.”    ‘HEWL DIDIN PÊŞÎ LI BÎRA ÇANDA KURDÎ BIGIRIN’   Kordînatorê Ma Musîcê Şerko Kanîwar jî ji ewil qedexekirina konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) rexne kir. Kanîwar, got ku îro OHAL nîne lê dîsa jî hewldanên ji bo pêşîlêgirtina çanda kurdî didomin. Kanîwar, axaftina xwe wiha qedand: “Polîsan îro yek bi yek dîmenên hemû standan kişandin. Bêguman sedema vê yekê ne weşanxaneyên tirkî lê yên kurdî ne. Anku faşîzm li ser karê xwe ye.”   Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.