Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê 2023-11-26 21:18:04     ÎZMÎR – Dengbêj Xalîde ya di aktîvîteya ku Jîn Art Hunerê de cih girt, diyar kir ku li dijî tunehesibandina jinan dê dest ji têkoşînê bernedin.    Jîn Art Hunerê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Dêra Azîz Vukolos a li semta Basmane ya girêdayî navçeya Konak a Îzmîrê konserek li dar xist. Dengbêj Xalîde, Mewlude, Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlier derketin ser dikê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî konserê dan û gelek kesan ji ber cih tunebû konser li ser lingan temaşe kirin.   Peywirdara organîzasyona Jîn Art Hunerê Mehtap Şahîn a ewilî di konserê de axivî, da zanîn ku tevî şertên hewayê salon hatiye tejîkirin û kêfxweşiya xwe anî ziman. Dengbêj Xalîde ya pişt re axivî jî da zanîn ku ew tunehesibandina jinan qebûl nakin û wê hem bi fikr û hem jî bi têkoşînê li dijî vê yekê bin. Xalîdeyê ji bo hemû kesên hatine jî spasiyên xwe kir.