Li Amedê konsera Koma MA'yê 2023-11-06 21:41:21 AMED - Koma MA ku komeke MA Musicê ye, li Amedê konsereke bicoş li dar xist.   Koma MA ku di bin banê MA Musicê de xebatên xwe yên muzîkê didomîne, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê bi beşdarbûneke xurt konserek li dar xist. Eywana ku konser lê hat lidarxistin, tije bû. Endamên komê tev bi cil û bergên kurdî derketin ser dikê û stranên xwe bi kelecaniyeke mezin gotin. Guhdaran jî bi çepik û tilîliyan kêfxweşiya xwe nîşan dan.    Guhdar piştî her stranê bi deqeyan çepik ji bo hunermendan lê dan û hezkirina xwe nîşan dan. Hunermendan jî bi stranên xwe yên gelêrî guhdaran mest kirin û bûn sedema şeveke têrhuner. Stranên gelêrî yên mîna "Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrzo, Fadîkê, Gijilokê, Seydiko" hwd. hatin gotin.