Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê 2023-11-01 19:16:16   ŞIRNEX- Kargeha Zarokan di roja duyemîn de bi eleqeyeke mezin a zarokan berdewam kir.    Li navçeya Silopiyayê Kargeha Zarokan a ji aliyê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat lidarxistin -û ji aliyê Gerok MA'yê ve tê birêvebirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.   Gerok MA’yê îro jî li taxa Nûhê li Parqa  Ahmet Kaya ya navçeyê kargeha xwe li dar xist. Tîma Gerok MA’yê bi stranên "Keleşo"  û "Zimanê Kurdî" li nav kolanên taxê geriya û zarok li dora kargehê kom kirin. Zarokên ku kom bûn derbasî parqê bûn. Li vir zarokên ku kom bûn li dora hev bûn xelek û bi hev re lîstok lîstin û stranên kurdî gotin.   Piştre jî zarokan li ser potên ku hatin raxistin, bi boyaxê lîstin.