Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye 2023-10-30 09:13:52 STENBOL - Yek ji hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl ê qala zextên îro li ser xebatên çand û hunerê yên kurdan tên kirin kir, wiha got: “Civakek bi rêya hunerê heye, bi rê ve diçe û pêş dikeve. Ji ber vê yekê qasî ku zext hebin dê berxwedan jî hebe.”   Çand û huner di serê qadên ku herî zêde polîtîkayên pişaftinê yên dewlet li gorî demê li dijî gelê kurd dide meşandin tê. Mînaka herî dawî ya polîtîkayên heyî jî di 21’ê cotmehê de li Eskîşehîrê pêk hat. Li gundê Kîreç ê navçeya Odûnpazariyê ku zêdetir kurd lê dijîn di dawetekê de bi îdiaya “bi stranên hatine gotin propagandaya rêxistinê hatiye kirin” muzîkjen jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin.    Polîtîkayên zextê yên niha li dijî nasnameya gelê kurd tên meşandin mîna yên salên 90’î ne. Xebatên di vê qadê de tên birêvebirin jî bi biryardariyeke mezin tên meşandin. Yek ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Talat Yeşîl, anî ziman ku tevî hemû zext û qedexeyan jî ew ê bi projeyên nû xebatên xwe bidomînin.      BI KOROYA ZAROKAN DEST PÊ KIR   Yeşîl, diyar kir ku di hawîrdora şer de mezin bûye û da zanîn ku di sala 2005’an de bi koroya zarokan dest bi xebatên çand û hunerê kiriye. Yeşîl, anî ziman ku ji wê rojê ve xebatên xwe didomîne û wiha got: “Bi navê Koma Laleş komeke me hebû. Di vê komê de nêzî 5 salan bi awayekî kolektîf xebat meşandin. Di sala 2018’an de bi tena serê xwe xebatên xwe domandin. Niha nêzî 10 stranên min ên single hene. Herî dawî beriya çend mehan bi navê ‘Dotmîr’ albûmek çêkir. Di albûma Dotmîrê de helbestên min nivîsandine jî cih digirin. Ez bi taybetî stranên şoreşgerî dibêjim. Ji bilî wê stranên herêmên Botan û Serhedê jî dibêjim. 3 stranên min ên single ku dê rojên pêşiya me de derkevin hene. Qeydên studyoyê temam bûn, em klîban dikişînin. Em difikirin ku di nava mehekê de biweşînin.”   TÊKILIYA HUNER Û CIVAKÊ     Yeşîl, anî ziman ku divê hunerê bi civakê re bigirin dest û destnîşan kir ku hebûna civakê rasterast bi hunerê re têkildar e. Yeşîl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke di civakekê de huner tune be li wir civak jî nabe. Civakek bi rêya hunerê heye, bi rê ve diçe û pêş dikeve. Ji ber wê yekê em nikarin civakê bêhuner nîqaş bikin. Heke jiyan darek be huner xweşikî û pelên wê darê ye.”   ZEXTÊN LI DIJÎ HUNERA KURDAN     Yeşîl bal kişand ser zext û qedexeyên hunermend pê re rûbirû dimînin û wiha lê zêde kir: “Heke zextên li ser me nebûna, me dikarî du qatê xebatên min qala wan kirin bikin." Yeşîl, bi bîr xist ku ji ber stranên di mitîngan de dibêjin îro hêj derbarê wan lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirin û diyar kir ku li binê klîbên wan ên di platformên dijîtalê tên weşandin de “gefên kuştinê” tên nivîsîn. Yeşîl, axaftina xwe wiha domand: “Rojên borî li Eskîşehîrê tenê ji bo ku bi kurdî stran gotine hunermend û kesên tev li dawetê bûbûn hatin binçavkirin. Der barê min de jî ji bo her konsera ez tev li bûm de lêpirsîn hatine destpêkirin, doz hatine vekirin an jî gef li min hatine xwarin. Par ez tev li pîrozbahiyên Newrozê bûm. Dema di erdheja 6’ê sibatê de çêbû ez bi dilxwazî çûm herêmê li wir hatim binçavkirin û min îfade da. Elbet li aliyekî ev zext hene li aliyê din jî têkoşîn didome.”   ‘TÊKOŞÎN BI DAWÎ NABE’     Yeşîl, bi lêv kir ku ji bilî qada çand û hunerê li dijî saziyên ziman, komele, akademî, jin û partiyên siyasî jî êriş hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ev were zanîn ku qasî ku zext hebin dê berxwedan jî hebe. Bi binçavkirin, girtin û vekirina dozan nikarin ji xebatan veqetînin. Dibe ku em bikevin zindanê jî lê ev têkoşîn wê bidome.”