Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket 2023-10-29 10:34:27   STENBOL - Hejmara 35’an a Kovara Jinê bi berga “Parastina şoreşa di dorpêçê de” derket.    Hejmara 35’an a Kovara Jinê derçû. Di hejmara dawî ya kovarê de zêdetir li ser êrişên li dijî Şoreşa Rojava û şerên berjewendiyê yên dewletên navneteweyî hate sekinandin.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Krîza pergalê, derfet û dibêtî / Nîlufer Şahîn   * Li Rojhilat hate revandin: Revandina Werîşe Mûradî ji hêla Îranê ve / Dr. Hawzhîn Azeez – Werger    * Femînîsta filistînî Khdeir: Ji bo ku bidawîbûna vê dagirkeriyê bibînim dê heta dawiya emrê xwe têbikoşim / Capire - Werger    * Kovara Jinê ya ku bi cudahiya xwe piştevaniyê dewlemend dike, baş e ku tu heyî / Zuhal Atlan