Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist 2023-10-27 10:13:19   STENBOL - Strana “Dayikên Aştiyê” ku Koma Hera ji bo berxwedana Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê derxistiye, li ser platformên dijîtal hate weşandin.    Koma Hevra di 4’ê nîsana 2019’an de ji hêla endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate avakirin. Di serî de gelê kurd, kom di stranên xwe de berxwedan û êşên gelên bindest ên ji dîrokê ve vedibêje. Di heman demê de kom, li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li dijî ziman û çanda kurdî jî li ber xwe dide. Tevî hemû şert û mercên zehmet jî, endamên komê xebatên xwe yên hunerî û çandî didomînin. Koma Hevra, heta niha stranên “Jin Jiyan Azadî”, “Sirûda ciwanan”, “Berxwedana Zindanan”, “Newroz”, “Bijî Yek Gulan”, “Tam dema wê ye (Tamda zamanıdır)”, “Pakbûn (Arinmak)”, “Zîlan”, “Ez aşiqê te me” û “Dîcleya Zelal” striya. Koma Hevra, herî dawî ji bo Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê strana bi navê “Dayikên Aştiyê” amade kir. Strana ku ji Kom Muzîkê derket, ji îro ve li ser hemû platformên dijîtal hate weşandin.    'HEVRA KOMA HEVPAR A GEL E’   Gîtarîstê komê Yûsûf Keleş têkildarî xebatên komê axivî û wiha got: “Koma me, di serî de jin, zarok û ciwan, koma hevpar a gelê welatparêz e. Armanca avakirina ji komê ew bû ku ji hêla muzîkal, perwerde, huner û bîrdozî ve komûna çand û hunerê ava bike. Koma me, xebatên kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ a Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li dijî şerê taybet daye destpêkirin jî dimeşîne. Em hewl didin bangî ciwanan bikin. Meclisa me ya ciwanan li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên pişaftinê kampanya da destpêkirin û em jî hewl didin bi perwerdeyên muzîkal piştgiriyê bidin.”    STRANA ‘DAYIKÊN AŞTIYÊ’ ÇAWA DERKET HOLÊ?   Ji endamên komê Baran Sunbul ku def û tembûrê lê dixe jî bal kişand ser strana “Dayikên Aştiyê.” Sunbul, ev tişt anî ziman: “Ev stran, weke bertekeke li dijî êrişên dijwar ên di demên dawî de li dijî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê tên kirin derket holê. Zextên heyî ji hêla wijdanî û exlaqî ve em êşandin û me xwest bi vê yekê xwedî lê derkevin û hestiyariyekê ava bikin. Têkoşîna Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ji bo heman armancê ye. Lewma divê ji hev cuda neyên nirxandin. Me xwest bi vê stranê gel têkoşîna wan bêhtir bibîne. Her wiha di vê stranê de peyamên têkildarî girîngiya dayiktiyê ya di nava civakê de jî hene. Têkoşîna Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê girîng e.”    DIXWAZIN NAVENDA ÇANDÊ VEKIN   Endama komê Zeynep Dogan jî diyar kir ku hemû xebatên di nava Hevrayê de tên kirin xebatên komunal in û got; “Strana Dayikên Aştiyê jî berhema xebata hevpar e.” Solîstê komê Gencay Morkoç jî da zanîn ku dê çîroka Derwêş û Edûleyê bikin stran û armanca wan ew e ku navenda çandê vekin.    MA / Îbrahîm Irmak