Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan 2023-10-21 23:15:24   ÊLIH – Seroka KASED'ê Devrîm Demîr ku di mîhrîcana jinan de axivî, diyar kir ku ew ê li ber êrişên desthilatê yên li ser çand, huner û zimanê kurd serî netewînin û got ku ew ê mîhrîcanên bi vî rengî bidomînin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Organîzasyona Hunerê û Konfederasyona Sendîkayên Karkarên Şoreşger (DÎSK) bi dirûşmeya “Jina Azad Hunera Azad" li Êlihê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê li dar xistin. Mîhrîcan li hêwaneke dawetê hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de pêşangeha kincên kurdî hat lidarxistin, Jin MA û Eylem Aktaş konser dan. Tevgera Jinên azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêxistinên DBP û HEDEP'ê yên Êlihê û gelek kes tevlî konserê bûn.    Seroka Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Devrîm Demîrê ku di pêşangeha kincên kurdî de axivî, diyar kir ku ew ê li ber êrişên desthilatê yên li ser çand, huner û zimanê kurd serî netewînin û got ku ew ê mîhrîcanên bi vî rengî bidomînin.    Piştî axaftinan kincên kurdî yên aîdî bajarên Kurdistanê yên ku Yasemîn Suleymanoglûyê fesilandin, hat lidarxistin. Piştî pêşangehê Jin MA û Eylem Aktaş derketin ser dikê. Di dema konserê de beşdar dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rojava" û “Biji Serok Apo" berz kirin û govend gerandin.   Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.