Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî 2023-10-20 11:59:19   AMED - Îlhan Samî Çomak ku bêyî delîl û darizandina dadî 29 sal in di girtîgehê de ye, pirtûka wî ya kurdî derçû.    Îlhan Samî Çomakê ku 29 sal in bêyî delîl û darizandineke dadî di girtîgehê de ye, piştî çendîn pirtûkên xwe yên tirkî, niha jî pirtûkeke kurdî weşand.    Navê pirtûka Çomak “Çiyayê Girtî" ye û Weşanxaneya Darayê pirtûk çap kiriye.    Îlhan Samî Çomak bi salan e di girtîgehê de li ser kurdiya nivîskî dixebite ku di encamê de ev pirtûka ji 16 pirtûkan pêk hatiye amade kir.  Selîm Temo helbest ji defterên Îlhan Samî berhev kir û edîtorîya pirtûkê kir.    Pirtûk ji du beşan pêk tê û Nazli Ongan berga pirtûkê çêkir.    Di metna danasîna pirtûkê de wiha hatiye gotin: “Personayê di helbestên kurdî yên Îlhan Samî de ‘diaxive’, azad e û di cîhana fireh a rastîn û xeyalî de digere. Kurdiya helbestkarî, wek demsalên wî yên azad herikbar e.”    ÎLHAN SAMÎ ÇOMAK KÎ YE?   Îlhan Samî Çomak di sala 1973'yan de li navçeya Kanîreşa Çewligê hatiye dinê. Di sala 1994'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji doza PKK'ê hat girtin û 29 sal in girtî ye. 8 pirtûkên wî yên helbestan (bi tirkî) hatine çapkirin. Ev pirtûka "Çiyayê Girtî" ya Çomak a yekemîn e ku bi kurdî nivîsandiye.