Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye 2023-10-09 09:09:19   AMED - Derhênerê belgefîlma “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl” Celîl Badikanli, behsa belgefîlma xwe kir û wiha got: “Çêkirina belgefîlman ji bo neteweya kurdan berpirsyariyek e û malbata Celîl jî ji bo kurdan kedeke mezin daye. Lewma min xwest vê belgefîlmê çêbikim.”   8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de bi giştî 31 belgefîlm hatin nîşandan. Yek ji wan belgefîlman jî “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl” ku li gel kurê Casîmê Celîl, Celîlê Celîl hatiye çêkirin bû. Belgefîlm ewilî li Viyanayê, dû re jî li paytexta Ermenîstanê Êrîwanê û navçeya Dîgora Qersê bi derhêneriya Celîl Badikanli û Ozlem Dîler di sala 2021’an de hatiye kişandin. Fîlm 56 deqeyan dirêje û bi zimanê kurdî hatiye amadekirin.    Fîlm, behsa jiyana Casimê Celîl ku ezidî ye û di qirkirina sala 1918’an de hemû malbata xwe winda kiriye, dike. Celîl, piştî vê yekê diçe paytexta Ermenistanê Êrîwanê û li wir di wargeheke sêwiyan de tê bicihkirin. Her wiha navê wî jî tê guhertin û navekî ermenkî lê tê kirin. Ji bo ku eslê xwe ji bîr neke, her sibe ji nava nivînan radibe û ji xwe re dibêje “Navê min Casim e, ez kurê Celîl im, ji gundê Oblasta Dîgorê me, ez kurd im, kurdê êzidî me.”   Derhênerê belgefîlmî Celîl Badikanli têkildarî belgefîlma xwe û çîroka wê ji ajansa me re axivî.    BELGEFÎLM LI 3 WELATAN HATIYE KIŞANDIN   Badikanli, destnîşan dike ku ew neviyê dengbêjê bi nav û deng Dengbêj Reso ye û got ku jiyana wî jî weke ya Casimê Celîl bi koçberiyê derbas bûye. Badikanli, anî ziman ku 7-8 sal berê di konferansa Dengbêj Reso de ku li Mûşê hatibû li dar xistin, wî kurê Casimê Celîl, Celîlê Celîl nas kiriye û têkiliya wan çêbûye. Badikanli, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke bêhempa daye û lewma pir bala me kişand. Casimê Celîl di 9 saliya xwe de ji gundê Qizilqûle yê girêdayî Dîgorê direve û heta roja jiyana xwe ji dest dide jî dixwaze gundê xwe bibîne. Ev yek jî ji bo min ji bo belgefîlmê mijareke baş bû. Dema me projeya belgefîlm amade dikir, Celîlê Celîl 85 salî bû û me jî xwest bi wî re biçin gundê wan û xaniyê bavê wî bibînin. Wî jî dixwest li ser şopa bavê xwe biçe û gundê wî bibîne. Me jî bi vê mebestê dest bi karekî wiha kir. Me belgefîlm, li Viyanayê da destpêkirin. Em çûn Êrîwanê û dû re jî em derbasî Dîgorê bûn. Em weke sînemager an jî derhênerên profesyonel nînin, me bi amatorî ev belgefîlm kişand. Hêvî dikim baş be.”   JI MUTEHIDIYÊ BER BI DERHÊNERIYÊ VE   Badikanli, da zanîn ku ew bi xwe ne derhêner e, mutehid e lê ji karê xwe hez nake. Badikanli, bi lêv kir ku ew ji wêje û sînemayê hez dike û dixwaze li ser van tiştan hinekî bixebite. Badikanli, diyar kir ku ew naxwaze weke mutehidekî bimire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çêkirina belgefîlman hinekî berpirsyariye jî. Her kes niha tiştekî ji bo kurdan dike, li gor min divê her kes tiştekî bike ku pêdiviya me kurdan jî pê heye. Erê ez mutehidim, lê ez jî dikarim ji bo çanda kurdî tiştekî bikim. Hinek jî wiha fikirîm û min wisa dest pê kir. Min belgefîlmek ji bo bapîrê xwe Dengbêj Reso jî çêkiribû û niha jî ez li ser projeyeke nû dixebitim. Dixwazim bila tişt winda nebin, weke belge bila hebin. Ez vê yekê weke kurdekî berpirsyarî dibînim. Ez dizanim tiştekî gelek mezin nîne, lê di dawiyê de tiştek e.”   ‘JI BO KU ÇEMEKÎ MEZIN ÇÊBIBE, DIVÊ ÇAVKANÎ HEBIN’   Badikanli, bal kişand ser bandora sînema û derhêneriyê ya li ser jiyana wî û wiha berdewam kir: “Em çûn gelek mîhrîcanên weke Moskova, Berlîn, Stenbolê û mirov ji dinyayeke din derdikeve, diçe dinyayeke din. Ez li van deran rastî keç û xortên kurdan ku zimanzan in, jêhatî ne, dixebitin, hatim û vê yekê ez gelek kêfxweş kirim. Di van cihan de hevalên min yên sînemager çêbûn. Ev yek ji bo min gelekî balkêş bû. Ez texmîn dikim ku derfetên van hevalên FîlmAmed amade kirine pir nîne. Ji ber ku şaredarî nînin ku eywanan bidin wan. Lê dîsa jî gelek profesyonel hat amade kirin û meşandin. Ez bi xwe gelekî kêfxweş bûm. Kedên bi vî şiklî çavkanî ne. Ji bo çemên mezin ava bibin divê çavkaniyên avê hebin û ev mîhrîcan jî çavkaniyek e. Sînemaya kurdî, helbesta kurdî, wêjeya kurdî divê hebe. Avakirin û meşandina van tiştan li gor min ji bo neteweyekê gelekî baş e. Bifikire ku ev tişt nînin?”   PROJEYA NÛ LI SER QETLÎAMA VARTÎNISÊ YE   Badikanli, behsa projeya xwe ya nû jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wiha niha li ser bûyera Vartînisa Mûşê projeyeke me heye. Weke tê zanîn ku gundek şewitandibûn. Me ev proje jî temam kir, niha di pevbestînê de ye. Çend projeyên me yên din jî hene û ez dixwazim li vê qadê hinekî bimeşim. Em weke fîrma jî, ji aliyê aboriyê ve alîkariya ciwanên ku derhênerên jêhatî û baş in, dikin.”   MA / Bazîd Evren