Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin 2023-10-07 11:01:13   AMED - Lîstika bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” cara ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hate listîn. Listik ji hêla temaşevanan ve pir hate ecibandin.    Lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” ku ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev hate nivîsandin û Dîlawer Zaraq jî wergera wê kiriye, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hate lîstin. Listikvanên Şanoya Bajêr a Amedê promîera lîstikê kirin. Derhêneriya listikê Berfin Emektar kir û Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkûzû û Ozcan Ateş jî di lîstikê de lîstin.   Lîstik ser bandora bîrdoziya serdestan a bi ol û netewperestiyê mirovan dorpêç dike disekine û bal dikêşîne ser geşedanên di roja me de tên jiyîn. Listik li ser lewaziyên mirovan bi awayekî kenokî disekine. Temaşevanên ku eywana şanoyê tije kiribûn, listika hatiye listin pir ecibandin û di dawiya listikê de rabûn ser piyan û li çepikan xistin.    HER ÎN Û ŞEMIYÊ WÊ BÊ LÎSTIN   Listika ji hêla listikvanên Şanoya Bajêr a Amedê hatiye amadekirin, dê heya dawiya meha cotmehê, her rojên în û şemiyê were lîstin.