Li Geverê konsera 'Vejîn' 2023-09-30 22:09:44   COLEMÊRG - Li Geverê bi dirûşmeya "Vejînê" konserek bi beşdariya bi sedan kesî hat lidarxistin. Hunermend Devrîm Demîr ku di konserê de axivî, got: "Dê çalakiyên me yên li dijî qedexe û zextan bidomin."    Bi pêşengiya Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê û DÎSK a Şaxa Colemêrgê, li naçeya Gever a Colemêrgê Konsera Çand û HUnerê hat lidarxistin. Konser bi dirûşmeya "Vejîn" li qada Seyrangehê hat lidarxistin. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdûllah Zeydan, Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û DBP'ê yên Geverê, endamên KESK, DÎSK, Egîtîm Sen û gelek rêxistinên civaka sivîl û welatî tevlî konserê bûn. Di destpêka konserê de hunermend Devîrm demîr axivî.    Demîrê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên qedexeker ên li bajarên Kurdistanê heya niha li tu derê nikaribûne çalakiyên çand û hunerî li dar bixin û got: "Dê çalakiyên me yên li dijî qedexe û zextan bidomin."     Piştî axaftina Demîrê hunermend Xecê û Jehrmar derketin ser dikê. Bi sedan kes bi coş li stranan guhdarî kir. Konser bi govendgerandinê bi dawî bû.