Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm 2023-09-30 21:11:17 AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi bernameyeke têr û tije roja 4’emin jî li pey xwe hişt. Îro 9 belgefîlm hatin nîşandan.   8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê îro jî bi nîşandana 9 belgefîlman roja 4’emîn jî li pey xwe hişt. Li Şanoya Bajêr a Amedê, Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr û Zarok Ma’yê bernameyeke têr tije lidarxistin. Li gor bernameyê li Şanoya Bajêr a Amedê di navbera saet 11.00 û 14.00’an de forûm, piştî forûmê di saet 15.00’an de belgefîlma “Bedewiya Nepen ya Îraqê” hat nîşandan. Di saet 17.00’an de “Paşa, Dayîka Min û Ez”, di saet 19.00’an de jî belgefîlma “Di Valahiyê De” hat nîşandan. Di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr di saet 15.00’an de “Daristanên Bakur”, di saet 17.00’an de “Hatay: 17-24’ê Nîsana 2023’yan” û di saet 19.00’an de kurtebelgefîlmên weke “Piştî Baxçeyên Zeytûnan”, “Cîhana Li Ser Serê Min” û “Ma Qey Ev Jî Ne Bû Gol” hatin nîşandan. Her wiha di saet 19.00’an de li Zarok Ma’yê jî belgefîlma “Dîwarên Dê Bên Hilweşandin” hat nîşandan.    ‘BEDEWIYA NEPEN A ÎRAQÊ’   Belgefîlma “Bedewiya Nepen a Îraqê” ji hêla Sahîm Omar Kalîfa ve îsal hatiye derxistin. Belgefîlm bi zimanên îngilîzî û erebî ye û 92 deqeyan dirêj e. Belgefîlm behsa Latif Al Aniyê ku di sala 1832'yan de li Bexdayê hatiye dinyayê wek 'bavê wênegiriya Iraqî' tê nasîn, dike. Bi berhemên wî arşiveke dîtbarî ya bêhempa ya der barê dema herî geş û xweş a Iraqê ya di navbera salên 1950 û 1970'yi de ya ku ne rojavayî û ne jî mirovên Iraqi nedîtine û bawer nakin, pêk hatiye. Piştî ku Sedam hat ser dar, Al Ani dev ji wênegiriyê berda. Di sala 2015'an de, wî Xelata Prince Claus a bi nav û deng a ku her sal ji aliyê Malbata Keyaniya Holandî ve tê dayîn, wergirt. Ve rûmetê bixwebaweriyek û xwesteka vegera li karê xwe, li welatê xwe û her wekî ku berê dikir, bi awayekî azad gera li cîhanê, da Al Ani. Niha, piştî dagirbûna dawîn bi gelek salan, ligel wêneyên xwe, digere, çîrokan dibêje û Iraqa ku hatî jibîrkirin wan rojên borî nîşanî mirovan dide.   ‘PAŞA, DAYIKA MIN Û EZ’   “Paşa, Dayika Min û Ez” bi derhêneriya Nevîne Gerîts îsal hatiye çêkirin. Belgefîlm 83 deqeyan dirêj e û bi zimanên kurdî, tikrî, firansî û îngilîzî pêk tê. Paşa, Dayika Min û Ez rêwîtiya Nevine ya takekesî ye ku bi alîkariya dayika xwe, careke din li diroka tevlihev a malbata xwe ya Kurd vedigere. Ev rûbirûbûna keçikê û dayika wê balê dikişine ser meseleya veguhsatine; wek mirat çi li gel me heye? Dema ku em li wateya kokên xwe digerin, em çawa dikarin xwe ji ve miratê rizgar bikin?   PIŞT BAXÇEYÊ ZEYTÛNAN   Fîlmê bi navê “Pişt Baxçeyê Zeytûnan” ku ji hêla derhêner Mervan Serhat Sarişin ve hatiye çêkirin, bi zimanê tikrî hatiye amadekirin û 19 deqeyan dirêj e. Belgefîlm behsa tekoşîna ji bo astengkirina veguherîna Daristanên Akbelenê yên qada kanan dike. Fîlm, li ser gundiyên ku di konan de nobedariyê dikin tê vegotin.   CÎHANA LI SER SERÊ MIN   Fîlmê "Cîhana Li Ser Serê Min" ji hêla derhêner Yalçin Çîftçî ve hatiye çêkirin û dema fîlmê jî 11 deqîqe ye. Fîlm par hatiye çêkirin û derhênerê fîlm Çîftçî wiha dibêje: “Min hewl da ku ez bi kofiyên ku nexşên rengîn ên Anatolyayê neqişandine portreyên hêzdar en jinên Anatolyayê nîşanî we bidim.” Di filmê bi navê "Cîhana Li Ser Serê Min" de, dê temaşevan, sedema ku di jiyana nujen a 2022'yan de ya ku çand bi lezgînî tune dibin û cil û bergên gelêrî her ku diçin kêm dibin de, jin çima dev ji kofiyên xwe bernadin û têkiliyeke çawa di nava wan û kofiyên wan de heye, bibînin. Temaşevan de bibin şahidên wê yekê ku kofiyên li serê jinan çawa teşe didin rewşa wan a aborî û zewacî, pîşeyên wan, baweriyên wan, nasnameyên etnîkî yên wan.    MA QEY EV JÎ NE BÛ GOL   “Ma Qey Ew Jî Ne Bû Gol” di sala 2020’an de bi derhêneriya Feyzî Baran hatiye derxistin. Zimanê belgefîlmê bi tirkî ye û 18 deqîqeyan dirêj e. Piştî ku bavê Azîze di zarokatiya wê de jiyana xwe ji dest dide, malbata wê koçi gundê apê wê dike. Li dibistana seretayî ya ku ji bo nêrîna xwîşk û birayên xwe diçê, lîstina bi goga lingan a ku dê jiyana wê biguherîne, hîn dibe. Di tevahiya jiyana xwe de bala wê li ser lîstina bi goga lingan e û ji ber vê yekê jî nazewice. Hindik dimîne ku hêviya xwe wenda bike, di 48 saliya xwe de dibe lîstikvaneke goga lingan a xwedî destûrname. Lê ji bo lîstikvaneke goga lingan a jina têkoşîn dê qet bi dawî nebe.   NANÎ PÎROZ   Fîlmê bi navê “Nanê Pîroz” ji hêla derhêner Rahîm Zabîhî ve hatiye çêkirin. Zimanê belgefîlm kurdî ye û 54 deqîqeyan dirêj e. “Nanê Pîroz”, karê zor xeternak ê karker û kolberên kurd ên ku bi derbaskirina eşyayan a ji sînorê Îranê hewl didin debara malbata xwe bikin, belge dike. Bi peyatî, barên xwe di şiverêyên li serê çiyayan ên bi kevir, asê, an ji ber berfê şematoki yan jî pir germ de, hildigirin. Di rê de, gelek ji wan birîndar dibin, ji ber bayê perîşan dibin an jî ji aliyê leşkerên li ser sînor ve tên gulebarankirin. Dîmenên gelekî xast ên rêwîtiya mêran û çîrokên wan ên xemgin di nava hev de ne. Tu kes naxwaze bibe kolber. Di encama rewşa ku nikarin karekî din bikin de, ji neçarî dibin kolber. Dema ku di rê de behsa serpêhatiyên xwe dikin, hinek ji wan nikarin rê li hêsirên çavên xwe bigirin. Wêneyên birîndaran û goren hezkiriyên wan giraniyeke zêdetir li gotinên wan bar dikin. Tima ku di film de xebitiye neh salan ev karker şopandine da ku bandora vî karî ya li ser mirovên ku wek hêstiran dijîn belge bikin. Nanê Pîroz jiyana komên ku bi pirani mer in û ber xizanî, birçîtî û behêvîtî ve li ser sînorên jiyane û ji civakeke ji rêzê dûr dijîn, vedibeje.   DÎWARÊN DÊ BÊN HILWEŞANDIN   Belgefîlm, ji hêla Şerîf Çîçek û Hebûn Polat ve îsal hatiye kişandin. Fîlm, 50 deqeyan dirêj e û zimanê wê jî tirkî ye. Mijar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di sala 2012’an de bi pêşengiya Tevgera Siyasî ya Kurdan hate avakirin û di hilbijartinên giştî yên sala 2015’an de bi serkeftineke mezin kete meclîsê. HDP’ê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê şaredarî bi dest xistin û ji bo civaka Tirkiyeyê bû hêviyeke mezin. Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê, di bin navê doza girtina HDP’ê de gelek doz hatin vekirin. Figen Yuksekdag ku hevseroka giştî ya HDP’ê bû, hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û parlamentera HDP’ê Aysel Tugluk jî tê de bi sedan siyasetmedar hatin zindanîkirin. Her wiha, gelek ji wan jî derketin derveyî welêt û dest bi jiyana mişextiyê kirin. Aysel Tugluk dema ku di girtîgehê de bû bi nexweşiya demansê ket û piştî kampanyayên ji bo berdana wê, hate berdan. Pêvajoya çûn û hatina girtîgehê ya malbat û xizmên nêzîk ên Figen, Gultan û Ayselê bi vegotina wan bixwe bûye mijara vi belgefilmi. Her wiha, belgefilm çend dîmenan ji jiyana Sibel Yigitalpê ji pêşkêş dike ku li derveyî welêt bûye mişexti.   DI VALAHIYÊ DE    Belgefîlm ji hêla Somnûr Vardar ve par hatiye amade kirin. Zimanê fîlm kurdî û tirkî ye û film 66 deqeyan dirêj e. Mamoste Ferhatê Mêrdînî yê ku nebûye karmend û pismamê wî Emrah, piştî bav û kalên xwe, wek nifşa sêyemîn dîwarên avahiyan datînin. Heta ku karekî baştir bibînin, her du jî neçar in ku vi kari bikin. Her du ciwanên ku ji ber şert û mercên giran ên kar û metirsiya dahatûyê aciz dibin li rêyên nû yên derketina ji vê gerînekê digerin. Film şahidiya jiyanên di wargehên karkeran de û hilweşîna bajarî dike.   DARISTANÊN BAKUR   “Daristanên Bakur” ji hêla Jûlîa Lazarûs ve par hatiye çêkirin. Fîlm, 82 deqeyan dirêj e û bi zimanê tikrî hatiye kişandin. Qadên gundewar ên li qeraxên Behra Reş ên li Tirkiyeyê bi projeyên qerase tên veguherandin. Gundên dûrî bajêr jî êdî dibin taxên bajaran û li wan deran piraniya karên çandiniyê di nava 5 salan de êdî bên qedexekirin. Koma çalakvanan a Parastina Daristanên Bakur a ku feyza xwe ji xwepêşandanên Geziyê wergirtiye ji bo birêxistinkirina berxwedana sîvîl tê avakirin. Kom di civînên li taxan de bi hêrs û bêhêvîbûna niştecihan re rû bi rû dibe û hewl dide ku di nava wan de armancên hevpar destnîşan bike. Film serkeftinên wan ên biçûk dişopîne. Li welatekî ku dike veguhere diktatoriyê, hêvî û dîtinên der barê dahatûya hevpar de tên gengesekirin.   HATAY: 17-24’Ê NÎSANA 2023’YAN   “Hatay: 17-24’ê Nîsana 2023’yan” bi derhêneriya Îrem Azem ve îsal hatiye derxistin. Zimanê fîlm tirkî ye û 58 deqeyan dirêj e. Bajarekî ku bi her awayî derb xwariye... Pêdiviya şêniyên bajêr a vesazkirina xwe û bajarê xwe, girêdana şîna wendahiyên xwe û bajarê xwe, hesteke bêhempa ya xwedîtî û parastinê... Piştî ku du meh û nîv di ser erdhejea 6'ê Reşemiyê re derbas bûye, li Hetayê çi dibe, çi diqewime, mirov çawa dijîn? Filmê ku Îmre Azemê ji bo famkirin û vegotina Hetayê bi hevdîtinên bi dehan Hetayiyan ên di navbera 17 û 24'ê Avrêlê de çêkiriye, belgeya şahidiya hefteyekê ye.   Piştî nîşandana belgefîlman, bi derhênerên ku li vir amade bûn gotûbêj hat lidarxistin. Di gotûbêjan de derhêneran pirsên temaşevanan bersivandin.    Bernameya sibê ku roja dawî ya mîhrîcanê ye, wiha ye:   Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 11.00 – Panel (Mafê Temsîla Bi Rûmet, di belgefîlman de neafirandina tundî û travmayan) Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 13.00 – Nanî Pîroz Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 15.00 – Sîmûrg (di dawiyê de gotûbêj heye) Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 17.00 – Zimanê Dayikê û Heft Senfoniyên Zagros (di dawiyê de gotûbêj heye) Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 19.00 – Sidiq û Panter   Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 13.00 – Mehla Qorê, Vegera Malê û Ez Dayika Min û Toz (di dawiyê de gotûbêj heye) Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 15.00 – Lêger (di dawiyê de gotûbêj heye) Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 17.00 – Hîwa, 13’ê Gûlanê û Çiya: Bi Nêrîna Jinan (di dawiyê de gotûbêj heye)   (bzd/