Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin 2023-09-30 14:54:46 AMED - Di roja 4’emîn a Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” forûmek hat lidarxistin. Sînemager û derhêneran di forûmê de biryar girtin ku ji bo piştevanî û hevkariyê komîteyeke ku ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin.   8’emin Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hatiye amade kirin, di roja 4’an de bi forûma bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” berdewam kir. Forûm li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin. Sînemager û derhêner ku hem ji bakurê Kurdistanê hem jî ji rojhilatê Kurdistanê ne, tev li forûmê bûn û ji bo pêşvebirina sînemaya Kurdistanê nîqaş kirin.    Forûm, bi du rûniştinan pêk hat û rûniştina yekemîn ji bo tespîtkirina pirsgirêkan hat veqetandin. Sînemager û derhêneran pirsgirêkên ku jiyane vegotin û ev pirsgirêk hatin şênberkirin. Di rûniştina duyemîn de jî ji bo çareseriya van pirsgirêkan nîqaş hatin kirin û ji bo çareseriyê hin biryar hatin girtin.    ‘DIVÊ EM TÊGEHÊN XWE ZELAL BIKIN’   Forûm bi moderatoriya sînemager Rodî Yuzbaşi re dest pê kir. Yuzbaşi, anî ziman ku piştî derketina tevgera azadiyê gelek tişt li vir jî guhertin. Yuzbaşi, got ku yên berê dihatin xapandin, bi awayekî dijminahî li hev dinêrin û ji bo ku neteweya wan, ola wan cudaye hev dikuştin. Yuzbaşi, diyar kir ku niha ew xwedî hişmendî ne, her kesî hemêz dikin û dikarin bi wan re bibin heval. Yuzbaşi, bi domdarî wiha got: “Ev yek şoreşeke gelek mezin e. Vê şoreşê jiyana me gelek hêsan kir. Ev yek bu sedema guherînê û divê ev tişt xwe di fîlmên me de jî nîşan bide. Berê her tiştî divê em têgehên xwe zelal bikin.”   ‘DU XAL HENE KU BÊN NÎQAŞ KIRIN’   Yuzbaşi, da zanîn ku du tişt hene ku divê bên nîqaş kirin. Yuzbaşi, anî ziman ku mijara yekemîn ya nîqaşê akademî ye û wiha got: “Divê em ruh bidin akademiyê ku hevalên me yên di karê xwe de serkeftî, bi awayekî nêrîna wan, tecrubeya wan tevli jiyana xwe jî bikin. Divê honandin, deng, teknîka ew dizanin bi şeklekî bigihije me jî. Ya duyan jî ew e ku hejmara me gelekî zêde ye û nêzî 70-80 milyon kurd hene. Her wiha li bakur demekê 80 şaredariyên kurdan hebûn. Ew jî dike 80 eywan ji bo lîstinê. Divê em fîlmên xwe tenê ji bo mîhrîcanan nehêlin û em bêyî mîhrîcanan jî bidin nîşandan.”   ‘DIVÊ PERGALEK BÊ AVAKIRIN’   Pişt re derhênerê Rojhilatî Perwîz Rostemî ku belgefîlma wî ya bi navê “Heft Senfoniyên Zagros” jî di mîhrîcanê de hat nîşandan, axivî. Rostemî, bi bîr xist ku li her deverê desthilat heye û li gor xwe pergalek ava kiriye. Rostemî, destnîşan kir ku diyar dike ku sînemaya wê deverê jî di bin bandora vê pergalê de dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi ya min ji bo ku bêhna kurdî û Kurdistanê ji sînemaya me bê, pêdiviya me bi pergalekê heye. Em sucdar in, ji ber ku em têr nexebitî ne û me kêm xwe nîşan daye. Weke mînak li Hewreman hinek hewldanên me hene, lê dîsa jî ev tişt kêm dimîne.”   ‘PÊDIVIYA HERÎ GIRÎNG HÎNKIRIN E’   Rostemî, bal kişand ser pirsgirêkên tên jiyîn û ev tişt gotin: “Pêdiviya herî sereke hînkirin e. Divê em bernameyekê ji bo demekê dirêj çêbikin ku veguheze pergalekê û weke dibistanekê bi herike, hunermend, sînemager jê derbikevin. Raste pergala heyî hertim hewl dide li dijî van hewldanan bisekine û pirsgirêkan derbixîne. Ji bo em bikaribin li dijî van pirsgirêkan rawestin, pêdivî bi pergaleke alternatîf heye.”   JI BO PÊŞEROJÊ BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN   Sînemager û derhêneran biryar girtin ku ji bo piştevanî û hevkariyê komîteyeke ku ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin. Her wiha gotin ku ew ê çend mehên din dîsa kom bibin û biryarên nû bigirin. Di forûmê de hat destnîşan kirin ku ev yek ji bo ku ew potansiyela xwe bibînin e û xwe birêxistin bikin.   Piştî girtina biryaran forûm bi dawî bû.    Bernameya îro wiha ye:  Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 15.00 – Bedewiya Nepen a Îraqê Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 17.00 – Paşa, Dayika Min û Ez Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 19.00 – Di Valahiyê de   Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 15.00 – Daristanên Bakûr Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 17.00 – Hatay: 17-24 Nîsan 2023 Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 19.00 – Pişt Baxçeyên Zeytûnan, Cîhana Di Serê Min De û Ma Qey Ev Jî Nebû Gol   Zarok Ma – Saet 19.00 – Dîwarên Dê Bên Hilweşandin