FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan 2023-09-29 21:11:04   AMED – 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja 3’yemîn de berdewam kir.    Bernameya 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya di saet 17.00 û 19.00’an de bi hemû hêz û kelecana xwe berdewam kir. Di bernameya saetên 17.00 û 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê belgefîlmên “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casîmê Celîl” û “Hêza” hatin nîşandan. Di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî belgefîlmên bi navê “Koçer” û “Tamî Aw” hatin nîşandan. Her wiha li gor bernameyê di saet 19.00’an de li Zarok Ma’yê belgefîlmên “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer” û “Heft Senfoniyên Zagros”, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî belgefîlmên “Mehla Qorê” û “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer” hatin nîşandan.   Piştî nîşandana belgefîlman bi derhêneran re gotûbêj hatin lidarxistin. Temaşevanan rexne, pêşniyarî û pirsên xwe gotin û derhêneran jî bersiva wan da. Ji bo hemû belgefîlman jî eleqeyeke zêde hebû û bi sedan kes li cihên cûda bi hezkirineke mezin belgefîlm temaşe kirin.   ‘HARMONIYA PIŞTÎ ŞER’   “Harmoniyên Ji Bo Piştî Şer”, ji hêla Pablo Tosco û Migûe Roth ve hatiye derxistin. Fîlm bi zimanên kurdî, îspanî û erebî ye û 26 deqeyan dirêje. Fîlm di sala 2019’an de hatiye çêkirin. Fîlm behsa muzîkjenên li Rojava dike. Muzik bi şer bi dawî nabe lê alîkariya dürxistina nebaşiyê dike. Başûrê rojavayê Kurdistanê yê li Sûriyeyê ji ber şerên demdirêj hat ruxandin; lê di nava wan wêraneyan de, muzikjen, helbestvan, mamoste û bi dehan zarok hatin gel hev û enstruman jenandin-qet nebe ji bo demeke - dengé girêjî yê tundiyê tepisandin. Muzîkjenë Kurd Gani Mirzoyê ku li Barselonaye mişextî ye. kampanyayek da destpêkirin (bi beşdariya Muzikjenën Sinornenas û rêxistinên Welate Baske) da ku ji dused heban zedetir enstrumanan bigihijine wê qadê.   ‘MEHLA QORÊ’   Belgefîlma “Mehla Qorê” bi derhêneriya Fatma Çelîk hatiye çêkirin û zimanê belgefîlmê kurdî ye. Fîlm 8 deqeyan dirêj e û di sala 2021’an de hatiye çêkirin. Mehla Qorê ji bîranîna yekem a Fatmayê dest pê dike û taxa ku zarokatiya wê tê de derbasbûyî ji nû ve saz dike. Film wêneyên taxa di pêvajoya pevçûnan a 2015’an de hilweşiyayî, albûmên kevn ên malbatê, tiştên ku tên bîra jinên malbatê û tiştên ku ew naxwazin bi bîr bînin tîne cem hev, dide pey şopa lêgerîna Fatmayê ya wê bîranîna yekem.   ‘HEFT SENFONIYÊN ZAGROS’   “Heft Senfoniyên Zagros” ji hêla derhêner Perwîz Rostemî ve hatiye amade kirin û zimanê belgefîlmê bi zaraveya kurdî soranî ye. Dirêjahiya belgefîlmê 23 deqeye û di sala 2021’an de derketiye. Belgefilma Heft Senfoniyên Zagrosê filozofiya Heft Haweyên muzîkê yên kevntirîn amûra bayê (şemselê) ya di jiyana gelê Zagrosê de vedibêje. Heft Hawe bi monologa pîremêrekî ku 65 salên jiyana xwe bi jenandina şemselê bihurandiye, tê vegotin. Karakter di navenda çîroka film de ye û filozofiya Heft Haweyan a di jiyana wî de hatiye nîşandan. Di olên cuda de 'heft' wek hejmareke pîroz tê dîtin û naveroka belgefilmê hinkî jî bi awayekî bi vê mijarê re têkildar e.   ‘KOÇER’   Selîm Alan derhêneriya belgefîlma “Koçer” kiriye û îsal kişandiye. Belgefîlm, bi zimanê kurdî hatiye amade kirin û 62 deqeyan dirêj e. Ji komên Kurd ên koçber ên ku bi awayekî bi pergal niştecih nebûne re Koçer tê gotin. Her tim di konan de dijîn. Hema bibêje bi awayekî giştî debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Zozan û germiyanên wan ên diyar hene. Dema ku hewa dicemide, koçer hem ji bo xwe, hem jî ji bo ajalên xwe li stargehên germ digerin û berê xwe didin germiyanan. Bi giranî konên xwe li cih û warên bilind û di geliyan de, li mêrgên nêzî avê vedigirin. Ji ber vê yekê jî, bi cîhanê re têkiliyên wan zêde xurt nîn in Di van komên ku bi awayekî bi pergal niştecih nabin de asta perwerdehiyê, xwendin û nivîsandinê kêm e. Avaniya mêrsalar serdest e.   ‘HÊZA’   Belgefîlma “Hêza” ji hêla Derya Denîz ve par hatiye amade kirin. Belgefîlm, 54 deqeyan dirêj e û zimanê wê jî kurdî ye. Ev belgefilm li ser jineke êzîdî ye ku di dema êrîşa DAIŞ'ê li ser Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dest pê kir, bûye kole. Tê de behsa wê yekê dike ku wê di destê DAIŞ’ê de çi jiyaye, ji bo ku rizgar bibe çawa hewl daye û çawa wê jiyana xwe piştî Rizgarbuna ji dest DAIŞ'e domandiye. Heza, di xewna xwe ya herî xirab de qet nedifikirî ku wê rojekê bibe fermandara bi sedan şervanên jin û mêr di şerê li dijî DAIŞ'ê û wan têk bibe. Heza tenê keçeke ciwan bû ku tevî 5000 jinên din ên êzîdî dîl ket destê DAIŞ'ê û bu kole. Piştî êş û azarên bi salan direve. Ev belgefilm şahidiya zindî ya êş û azarên Heza û têkoşîna wê ya ji bo edaletêye.   ‘JIYANA REWŞENBÎREKÎ KURD: CASIMÊ CELÎL’   Belgefîlma “Jiyana Rewşenbîrekî kurd: Casimê Celîl” ji hêla Ozlem Dîler û Celîl Badîkanli ve di sala 2021’an de hatiye çêkirin. Belgefîlm 56 deqeyan dirêj e û bi zimanê kurdî hatiye amade kirin. Casimê Celîl di sala 1908'an de, li gunde Oblaste yê navçeya Digorê ya Qersê, wek zarokeki malbateke Ezdi te dinyayê. Jiyana wi ya li gund a ligel malbatê ku dê heta dawiya emrê xwe her û her bi hesret bi bir bine, di sala 1918'an de bi qirkirina ku rûbirû bûne re dawî dibe. Di pêvajoya meşa dirêj a ber bi Erivanê de, tevahiya endamên malbata xwe wenda dike. Casimê ku bi tena serê xwe dimine, li Erivanê di maleke sewiyan de tê bicihkirin û navê wî te guherandin. Ji bo ku eslê xwe ji bir neke, her sibe ji nava nivinan radibe û ji xwe re dibêje 'navê min Casim e, ez kurê Celil im, ji Oblasta Digore me, ez Kurd im, Kurdê Êzidî me'.   'TAMÎ AW'   “Tamî Aw” ji hêla derhêner Ebrahîm Saedî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, hatiye çêkirin. Zimanê fîlm kurdî, tirkî û farisî ye û 80 deqe ye. Filmê “Tamî Av” sala par hatiye çêkirin. Fîlm behsa gundê Dîzaj Dol dike. Dîzaj Dol gundekî li qeraxê Gola Ûrmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Li hinek deverên gund bîrên avê û darên li zeviyan ji ber kêmbûna avê zuha bûne û hatine terikandin. Li pêşberî gund, ber bi golê ve, qasî ku çav dibînin zeviyên xwê yên zuha û spî hene.   Bernameya sibê ya mîhrîcanê wiha ye:   Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 11.00 û 14.00 - Forûm (Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman)   Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 15.00 – Bedewiya Nepen a Îraqê   Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 17.00 – Paşa, Dayika Min û Ez   Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 19.00 – Di Valahiyê de   Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 15.00 – Daristanên Bakûr   Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 17.00 – Hatay: 17-24 Nîsan 2023   Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 19.00 – Piştî Baxçeyên Zeytûnan, Cîhana Di Serê Min De û Ma Qey Ev Jî Nebû Gol   Zarok Ma – Saet 19.00 – Dîwarên Dê Bên Hilweşandin