BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike 2023-09-29 09:02:21   STENBOL - Ji BEKSAV'ê Rûşa Sabûr, ragihand ku di serdema nû de Koroya Gel ava kirine û hewl didin tevî Meclisa Sînemayê ya di bin banê wan de, mîhrîcaneke fîlman li dar bixin.    Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerdehî Estetîk û Çandê (BEKSAV) ku di sala 1995'an de ji aliyê komeke rewşenbîr ve li Kadikoy a Stenbolê hat avakirin, xebatên xwe bi perspektîfa "Huner ji bo civakê, zanist ji bo mirovahiyê, polîtîka ji bo azadiyê" didomîne. Li weqfê ji muzîk û şanoyê bigire heya bi sînema û wêjeyê gelek xebatên hunerî tên kirin. Di bin banê weqfê de meclisên wekî Meclisa Jinan, Meclisa Muzîkê, Kolektîfa Sînemayê û Kolektîfa Îmgeyê ya Şaniyê hene. Qeydên serdema nû yên weqfê jî dest pê kirin. Qeydên nû, dê heya nava meha Cotmehê bidomin.    Endama Lijneya Rêveber a BEKSAV'ê û solîsta Koma Vardiyayê Rûşa Sabûr, têkildarî qeydên serdema nû û xebatênw eqfê de axivî.    Rûşa Sabûr   BI PIRANÎ JIN   Sabûr diyar kir ku BEKSAV bi pespektîfeke sosyalîst hatiye avakirin û got huner di qalibên wekî profesyoneliyê de nayê asêkirin. Sabûr bal kişand ser xebatên weqfê û wiha got: "Weqfa me ji meclisan pêk tê. Taybetmendiyeke din a weqfa me jî piraniya wê ji jinan pêk tê. Li vir aqil, gotin û serîhildana jinê gelekî zêde heye. Civata me ya muzîkê ya Saryayê heye. Ev civat tenê ji jinan pêk tê. Navê xwe jî ji Sîbel Bûlût a ku li Kobanê şehîd ket digire. Di Civata Saryayê de tenê enstrumanîstên jin hene û tenê stran û zêmaran bi zimanê cuda dibêjin."    TÊKILDARÎ KARGEHAN   Sabûr ragihand ku gelek kargehên wan hene û qeydên wan ên serdema nû dest pê kirine. Sabûr diyar kir ku li weqfê dersên klarnetê, saksafon, pîspîsk, baxleme, gîtar û piyanêyê hene û got ku li kargeha şanoyê jî dersên dîroka şanoyê û teoriya şanyê hene. Sabûr wiha domand: "Di heman demê de atolyeya me ya karê textîn heye. Li vê kargeha me mamosteyekî îranî heye. Kargeha me ya govendê vebû. Tê de govend, horon, zeybek hwd hene. Herî dawî jî dikarim bibêjim ku em ê dersên şanê jî bidin."    Sabûr da zanîn ku îsal car din Meclisa Sînemayê ava kirine û got: "A rast di qada sînemayê de cihekî taybet ê BEKSAV'ê heye. Gelek derhêner û sînemager tên BEKSAV'ê. Xebateke nû ya meclisa me ya sînemayê heye. Em hewl didin di meha Çile û Sibatê de mîhrîcaneke sînemayê li dar bixin.    MA / Omer Îbrahîmoglû