Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq 2023-09-28 09:21:41   STENBOL - Pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku hêmayên azadiyê yên girtiyên siyasî û wênekêşên ji erdnîgariyên cuda tîna ba hev, li Karşi Sanatê li benda ziyaretvanan e.    Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotografê ku demekî dirêje piştevaniyê bi girtiyên siyasî re dikin û di vê mijarê de xebatên hunerî dimeşînin, bi pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku berhemên girtiyên li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê pêşkeş dike, deriyên xwe li ziyaretvanan vedikin. Pêşangeh, li cihê Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê tê lidarxistin. Di pêşangehê de berhemên nivîskar, helbestvan, wênexêz û avahîsazên salên dûvdirêj in di girtîgehê de û wênekêşên ji erdnîgariyên cuda anîne ba hev.      Di ketina eywana pêşangeha Di Tariyê de Tîqetîqê de afîşek hunerhezan pêşwazî dike ku li ser wiha hatiye nivîsandin: “Derve teng e, kolan circire, qad vala ne. Cîhana fikran di nava bêdengiyeke mezin de ye. Hevalên me kêm in, keyfxweşiya me jî. Giraniya jirêzêbûna huner û siyasetê li ser me ye. Bila ne weke gilîkirinê be! Tenê yên di hundir de dizanin bê ka hundir çiqas zehmet e lê ev der jî gelek hewadar nîne. (...) Ferq û cudahiya di navbera hundir û derve de ewqas nediyar bûye ku me hewcehî pê dît dîsa bangî te bikin. Em dixwazin guh bidin mirovên hewl didin ji cîhanê bên sirgûnkirin, zanîna jiyanê ya her roj cîhanên nû daifirîne. Lewma em ji we dipirsin; gelo jinûveafirandina xwe ya di nava derfetên bisînor de çawa pêkan e? (...) Bi hezkirinê”      Li eywana pêşangehê jî ekraneke mezin a fona wê ya piştê reş e mirov pêşwazî dike û li ser ekranê helbestên girtiyan tên xwendin. Bi vê yekê re ziyaretvanan vedixwînin cîhana fikran a girtiyan.      Yek ji hûrgiliyên din ên pêşangehê ku bala mirov dikişîne jî, maseya camê ya li nîveka eywanê ye. Di hundirê maseyê de name û wêneyên aydê girtiyan hene. Ji vê mebest kirine ku hesta gihiştina hev di ziyaretvanan de biafirînin.      Dîwarên qada pêşangehê ji serî heta binî bi wêne û karîkatûrên girtiyan hatine xemilandin. Ziyaretvan, di van xêzan de dibin şahid ku tevî şert û mercên giran jî girtî xwedî cîhaneke berfireh a xeyalan e. Mijara esasî ya xêzan jî weke “Azadî” derdikeve pêş.      Hinek xêzên girtiyan ji gelek aliyan ve dikin ku ziyaretvan bikevin nava lêhûrbûnekê. Girtiyekî ku çaydankê di nava agirê daran de xêz kirî, azadî wiha pênase kiriye: “Azadî û evîn. Ji bo min ev her du lazim in. Ez ê ji bo evînê jiyana xwe, ji bo azadiyê jî evîna xwe feda bikim.” Di heman demê de pirtûkên girtiyan û wêneyên wênekêşên ji erdnîgariyên cuda jî hatine pêşandan.      PÊVAJOYA AMADEKIRINA PÊŞANGEHÊ   Ji Xebatên Karşi Sanatê Ezgî Bakçay diyar kir ku pêşangeha wan encama kedeke mezin e û wiha qala pêvajoya amadekirinê kir: “Me bi rêya Org’ê ji girtiyan re name şandin. Me ji wan pirsî bê ka çawa hêj jî afirîneriya xwe û hêviya xwe ya jiyanê wiha zindî dihêlin. Wan jî weke bersiv wêne, karîkatûr, çîrok û helbest şandin. Di pêşangehê de em vê dibînin heta dibihîzin.”      ‘ARMANCA ME EW E KU DI NAVBERA HUNDIR Û DERVE DE BIBIN PIR’    Di berdewamê de Bakçay got ku di pêşangehê de hewl didin di navbera girtiyên siyasî û kesên derve de bibin pirek û ev tişt anî ziman: “Hûn bi pêşangeheke ji berhemên hunermend, nivîskar, helbestvan û hwd. ên salên dûvdirêj in di girtîgehê de re rû bi rû ne. Şop û dengê zêdetirî 30 girtiyan li vir e. Armanca me ew e ku dengê kesên afirîner ên ji ber fikr û berhemên xwe ketine girtîgehê li derve parve bikin û zêde bikin.”      ‘GIRTÎBÛN TENÊ KESÊN LI HUNDIR ELEQEDAR NAKE’    Bi domdarî Bakçay anî ziman ku weke Xebatên Karşi Sanatê her sal pêşangehan li dar dixin û wiha got: “Ji ber ku berpirsyartiyên vê galeriya hunerî yên polîtîk hene. Li gorî me huner ew e ku gerdûnên mimkin ên wiha diafirîne, têkiliya di navbera hundir û derve de didomîne, di esasê xwe de awayekî çalakbûnê ya ku sînoran derbas dike ye. Ev der, yek ji pêşangehên me ye. Di esasê xwe de ziyaretvan ji bo hevdîtin û gihiştina hev a bi girtiyan re tên vê derê. Li gorî min ev gihaştina hev pir girîng e. Em di eleqeya ji bo pêşangehê de jî dibînin ku rewşa girtîbûnê tenê kesên li hundir eleqedar nake. Bandorê li sedan heval û dostan jî dike. Ev yek di esasê xwe de dike ku em pirsa ‘gelo kî ji me li hundir kî li derve ye’ dide kirin.”     BANG LI ZIYARETVANAN KIR   Bakçay, got ku dê pêşangeh heta 21’ê cotmehê vekirî be û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşangeha Di Tariyê de Tîqetîq parçeyeke têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Weke berdewamiya vê pêvajoyê ye. Li pêşangehê bigerin û heke pêkan be, ji bo hûn pêywendiyan bi kesên hûn di pêşangehê de dibînin deynin, heta heke hûn bibin hevalên wan ên nameyan dê gelek baş bibe.”    MA/ Îbrahîm Irmak