Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket 2023-08-14 12:12:42   STENBOL - Hejmara nû ya Kovara fikr û teoriye Modernîteya Demokratîk bi manşeta “Koç, koçberkirin û vegera li cewhera xwe" hate weşandin.    Hejmara nû ya kovara fikr û teoriyê Demokratîk Modernîteyê ya mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê derçû. Kovara ku hejmara 44’an derxistiye, 3 mehan carekê tê weşandin û di vê hejmarê de bi sernavê “Koç, koçberkirin û vegera li cewhera xwe” hate weşandin.    Nivîsa ewil a nivîskar Alî Firat e. Tevî nivîsa Firat a bi sernavê "Perçebûna Hiyerarşiyê Tîkane ye, lê Xwecihîbûna Koçberî Berwar" navên nivîskar û sernavên nivîsên di kovarê de cih girtine wiha ne:    * Kenan Avci: Erdnîgarî ne qedera mirov e lê sedem e! Suheyla Taş: Avabûna dewletê û koç   * Ayfer Ekîn: Koçberkirina bi darê zorê; Guherîna demografyayê û encamên wê   * Saît Çetînoglû: Koç û sirgun, di kevneşopiya dewletê de cîhada li dijî welatiyan   * Huseyîn Surensoy: Di mînaka Kurdistanê de jehrkuja koçê   * Nesrîn Akgul: Koçên kurdan ên Xorosanê   * Nesîmî Aday: Kurd, qanûnên koç û îskanê   * Elîf Çetînbaş: Di netewe dewletê de sedemên koçberkirinê û vegera li cewhera xwe   * Manfa Petrovska: Şîrketên ser sînoran: Reforma CEAS'ê û endustriya ewlehiya sînor   * Sûat Bozkuş: Koç-ber-kirin   * Fatma Koçak: Çîroka du çîrokên asîmetrîk ên (bê)sînor: Qad û çaranûs   * Şemsettîn Ozer: Weke redkirina feraseta penabertiyê lêgerîna azadiyê   * Rodîl Zîlan: Civak û polîtîkaya qirkirina jinê   * Nuda Elefterya: Li dijî polîtîkaya koçberkirinê, sekna têkoşîna birûmet   * M. Şîrîn Bozçali: Koçberiya mejî û jeopolîtûkaya nû ya zanînê   * Elîf Bûlût: Di rêya koçberiyê de derbaskirina sînoran    * Amed Dîcle: Kurdan penaberî çawa veguherandin têkoşînê?   * Ergîn Atabay: Biyanîbûn û egera li çavkaniyê   * Erdal Ceylan:Koç û çareseriya pirsgirêka nasnemeyê: Neteweya demokratîk