Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan 2023-08-05 22:26:42   DÊRSIM - Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de di konserên ku ji aliyê gelek hunermendan ve hatin dayîn de stranên berxwedanê hatin gotin û li gel vê girseya bi hunermendan re stran got peyamên parastina xwezayê da.   21’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ku li Dêrsimê pêk tê di roja xwe ya 3'yemîn de bi konserên ku li Qada Seyît Riza hatin dayîn berdewam dike. Di konserên ku gelek kesan eleqeyek mezin nîşan dan de peyamên parastina xwezayê hatin dayîn.   Di roja 3’yemîn a konseran de Koroya Zarokan a Behzat Fîrîk, Alî Aslan, Zeynep Kiliç, Şenol Akdag, Şevîn Hasdemîr, Taylan Yildiz, Dogan Çelîk û Grûp Vardiya derketin ser dikê.    Hunermend Şevîn Hasdemîr qedexeyên kêfî yên li ser Grûp Yorûm û komên din şermezar kir û wiha got: “Bihêlin bila mirov hunera xwe bi cih bînin. Ev dijminatî çi ye?” Piştre jî balkêş bû ku girseyê strana “Bi rojan di îşkenceyê de” ku Hasdemîr stirî bi yekdengî got û îşareta serkeftinê kir   Konser bi stranên ku hunermendan gotin berdewam kir.