Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev 2023-08-03 21:55:17   DÊRSIM - Di roja ewil a Mîhrîcana Mûnzûrê de ku bi hezaran mirov tev li bûz qedexeya walîtiyê hate şermezarkirin û bal hat kişandin ser komkujiyên xwezayê.    Roja ewil a 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku li Dêrsimê bi dirûşmeya, “Em Li Dijî Talana Madenê Xweza û Jiyanê Diparêzin” hat lidarxistin, bi konserên ku bi hezaran kes beşdar bûn pêk hat. Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Erdal Erzîncan, Mengene, Metîn-Kemal Kahraman, Hakely Feat, Ensenble Kubafonica derketin ser dika ku li Qada Seyîd Riza hate danîn.    ‘EM QEDEXEYAN ŞERMEZAR DIKIN’    Bi hezaran kesên weke beşdarvan tev li bûn, bi stranên hatin gotin keyfxweş bûn. Hunermendên li ser dikê stran gotin, qala girîngiya parastina xwezayê kirin. Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacer ê diyar kir ku ewilî mîhrîcan di salên 90’î de hate qedexekirin, bi lêv kir ku qedexe didomin û wiha got: “Dibe ku Grûp Yorûm, Grûp Îsyan Ateşî di nav me de nebin, lê em ê wan bi parçeyên ku wê bên gotin bidin jiyîn. Em ji vir diyar dikin ku em ê mîhrîcanê li gorî ruhê Dêrsimê pêk bînin. Ji ber em li dijî zilmê li ber xwe didin tên astengkirin. Em çanda qedexeker qebûl nakin û qedexeyan şermezar dikin.” Tacer herî dawî anî ziman ku dê li dijî zilmê û talana xwezayê têkoşînê bidomînin.    LI PERTAGÊ BI DEH HEZARAN LI QADÊ NE   Dîsa di çarçoveya mîhrîcanê de li navçeya Pertag a Dêrsimê konserek hate lidarxistin. Di konsera vê derê de Diyap Aga, Ozlem Bîter, Hasan Alî, Grûp Vardiya, Cem Erdost Îlerî, Mîkaîl Aslan, Tara Mamedova, Cevdet Bagca û Baba Zûla derketin ser dikê. Di mîhrîcana bi deh hezaran kes tevlibûn de welatiyan bi hunermendan re stran gotin. Di konserê de bal hate kişandin ser talana xwezayê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû ya di konserê de axivî, feraseta qedexeker a walîtiyê şermezar kir. Kordû, bal kişand ser gotinên Diyanetê jî û anî ziman ku dê li dijî zext û astengkirinan li ber xwe bidin.    PULUR    Di konsera li Pulurê hate lidarxistin de jî Mûrat Akar, Serhat Şamderelî, Koroya Venge Ma, Vedat Gundogdû, Şîrîn Demîrtaş, Alî Haydar Guçlu, Jara Çîmen, Harûn Gumuş û Zeynep Bakşî Karataş derketin ser dikê. Di konsera ku bi gelek zimanan stran hatin gotin de bi hezaran kes tev li bûn.    Konserên li her sê navendan didomin.