Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê 2023-07-28 21:59:57   AMED - Koma MÎASIN ku ji aliyê jinên ji Tirkiye, Fransa û Ermenistanê ve hatiye avakirin, li Dêra Ermenan a Sûrp Gîragos konserek li dar xist.    Koma MÎASIN ku ji hunermendên jin ên ji Tirkiye, Fransa û Ermenistanê pêk tê, bi gotina “Civîna Konser û Muzîkê ya bi Koma Ermeniyên Diyarbekirê re” li Dêra Ermenan a Sûrp Gîragos a Sûr a Amedê konserek li dar xist. Konser bi organîzasyona AmîdArtê hat lidarxistin. MÎASIN, muzîka ermenî û Anatolyayê vedikole û peyama biratî, azadî û yekîtiyê ku bi ermenî “Miasin-Միասին” tê gotin û navê xwe jê girtye, anî ziman. MÎASIN ku ji aliyê guhdarvanan ve rastiyê eleqeyeke mezin hat, bi performansa xwe guhdarvanan mest kir. Guhdarvan bi çepikên xwe hezkirinên xwe nîşan dan û gelek caran jî bi hunermendên komê re stran gotin.   MÎASIN bi amûrên xwe yên weke tembûr, klarnet, enstrumanên lêdanê, akordiyonê û dengê xwe yên zelal guhdarvan birin rêwîtiyek navçandî. Her wiha Koma MÎASIN dê sibê jî li sahneya Zarok Ma’yê ya servekirî konserekê li dar bixin.