Li Amedê konsera Sîpan Xelat 2023-07-26 21:54:43   AMED - Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê bi beşdarbûna hunermend Sîpan Xelat konserek li dar xist.   Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, li avahiya xwe ya navçeya Sûr a Amedê konserek li dar xist. Di konserê de hunermendê navdar Sîpan Xelat derket ser dikê. Konser bi tevlibûna gelek kesan û bi coşeke mezin derbas bû. Guhdarvanan di gelek stranan de hevrêtiya hunermend Sîpan Xelat kirin û hezkirina xwe bi çepik û tîlîliyan nîşan dan.   Hevserokê Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê Celal Ekîn di destpêka konserê de axivî û bal kişand ser asîmîlasyon û dejenerebûna nifşên nû. Ekîn destnîşan kir ku ew ê di dema pêş de bi bernameyên cihereng bibin bersiva vê pêvajoyê û got: “Me bernameyên cihereng ji bo zarokan û mezinan amade kirine. Me  kursên govend, wêne, koro û kursên tembûr, erbane, gîtar û hwd. jî amade kirine.”   ‘EM Ê ZÊDETIR XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERBIKEVIN’   Sîpan Xelat bi xêrhatina beşdarvanan ev tişt anîn ziman: "Ez bejna xwe li ber xwedîderketina we ditewînim. Berî niha jî astengî hebûn lê belê em ê zêdetir xwedî li ziman çand û stranên xwe derbikevin.”    Xelat strana li ser Solîn Şamal a 6 mehî ku tevî endamên malbata xwe Huseyin Mustafa, Hacî Mam Kak, Vêzan Hûseyîn, Zana Huseyîn, Sonya Şemal, û Xunav Huzeyr ên di encama bombebarana Herêma Kurdistana Federe de hatibûn qetilkirin, amade kiribû got.   Xelat, strana “Sarya” ya ku dabû Mîr Perwer got û di dawiya strana xwe de Perwer û her du hevalên pê re jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Xelat, stranên dengbêjkî, govendkî û şoreşgerî sitrîn. Beşdarvan gelek caran tevî Xelat stran gotin û govend gerandin.   Konser, bi stranên Serhedê yên floklorîk û gerandina govendê bi dawî bû.