Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir 2023-07-22 14:40:27 ÇEWLÎG - Yekitiya Komeleyên Gêxî xwest Festîvala Xweza û Çandê li dar bixe. Qeymeqamiya Gêxî festîvalê qedexe kir.    Yekitiya Komeleyên Gêxî (KI-DEB) ji sala 2012’an ve li navçeya Gêxî ya Çewligê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxî li dar dixe. KI-DEB’ê xwest îsal jî di navbera 12-13’ê tebaxê de festîvalê li dar bixe. Qeymeqamiya Gêxî festîvalê qedexe kir. Komîteya Amadekar a Festîvalê têkildarî biryara qedexekirina festîvalê daxuyanî da û da zanîn ku qeymeqamiyê îdia kiriye ku li navçeyê qada ku festîval lê bê kirin tune ye.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin diyar bikin ku ev niyeta qeymeqamiyê ne ji başiyê ye. Ev xerabiyek li gelê Gêxî û dikandarên wê hatiye kirine ye. Li her devera welat şahî tên lidarxisitn lê li Gêxî qedexe dikin. Ev li dijî aqilan e. Armanca me ew e ku em bi hev re kêfxweş bibin û bi hev re xemgîn bibin. Me dixwest li ber stranên kurdî govenda xwe bigeranda. Qedexekirina şahiyek bi vî rengî nayê qebûlkirin.”