Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe 2023-07-21 09:01:41   STENBOL - Hunermend Alî Baran ê ji ber muzika kurdî çêdikir bi salan bi zextên dewletê re rû bi rû ma wiha got: “Li Tirkiyeyê zexteke ji ya serdema Kenan Evren bêtir heye. Ya vê dike jî AKP ye. Divê qedexebûna kurdî ya li vê serdemê bê şermezarkirin.”   Hunermend Alî Baran ê li du şopa bavê xwe yê dengbêj Mahmût Baran çû ji 12 saliya xwe ve bi muzîka kurdî re radibe û rûdinê, tevî ku bedela gotina stranên kurdî bi binçavkirin, girtin û koçkirinê da jî dest ji zimanê xwe yê dayikê û hunera kurdî berneda.    Baran ê li navçeya Xozat a Dêrsimê ji dayik bû û mezin bû heta niha bi ser 10 albûmên kurdî çêkirine. Baran ê di sala 1976’an de ji ber di şeveke tev li bûyî de stranên kurdî gotin hate binçavkirin, di sala 1977’an de jî piştî konsera li Sînemaya Dîlanê ya li Amedê da hate girtin û du mehan di girtîgehê de ma. Baran ê ji ber dozên der barê wî de hatin vekirin neçar ma di sala 1978’an de koçî Almanyayê bike, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î ji hemwelatîbûnê hate derxistin. Baran di sala 1983’yan bû hemwelatiyê Almanyayê. Baran herî dawî dema ji bo xebata xwe ya albûmê di adara 2023’yan de hate Tirkiyeyê, li Balafirgeha Sabîha Gokçen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin û piştî îfadeya wî hate wergirtin hate berdan.    Baran ê di demeke nêzîk de albûma bi navê “Hêviya Çiya” derxist, bal kişand ku li dijî hemû zextên li ser nasnameya kurdî, avakirina yekitiya netewî girîng e.   Baran, diyar kir ku li maleke ku muzîka kurdî lê kêm nebe mezin bûye û anî ziman ku di salên 1970’an de sempatiya wî ya li dijî tevgerên çep zêde bû. Baran, bi lêv kir ku pişt re bi pirsgirêkên kurd dijîn re eleqedar bû û da zanîn ku di konsereke li Amedê hate kirin de ji bo stranên kurdî gotin bi 3 kesan re hatin binçavkirin û dema zext zêdebûn jî koçî Almanyayê kiriye.    JI BERXWEDANA GIRTÎGEHAN BI BANDOR BÛ   Baran, diyar kir ku dema çû Almanyayê albûma bi navê “Lo were” derxist û destnîşan kir ku yek ji tişta bandor li wî kir yekemîn “çalakiya çekdarî” ya PKK’ê bû. Baran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê tevgerê weke hunermendekê bandor li min jî kir. Ez bi wan re ketim têkiliyê. Wê demê albûmeke bi navê “Deriyê Hepîsxaneyê” min derxist. Girtîgeh wê demê gelek nebaş bûn. Çalakiyên Mazlûm Dogan û hevalên wî hebûn. Ez wan jî ji vir careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Min di sala 1986’an de albûmeke din a bi navê ‘Ey Dêrsim’ derxist.”   Baran, bal kişand ku çêkirina muzîka kurdî hêj sedemê zextan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çima gotina stranan a bi zimanê dayika xwe dibe ‘teror’? Li hunermend, çand û zimanê kurdan zilm tê kirin. Li Tirkiyeyê zexteke ya ji serdema Kenan Evren zêdetir heye. Ya ku vê dike jî AKP ya ji xwe re dibêje ‘misilman’ im. Divê qedexeye kurdî ya vê serdemê û zextên li ser kesên muzîka kurdî çêdikin bên şermezar kirin.”   LI DIJÎ BIŞAFTINÊ BANG KIR   Baran, bal kişand ser girîngiya kurdî û wiha lê zêde kir: “Ez bi kurê xwe re tu caran bi tirkî neaxivîm her tim bi kurdî axivîm. Divê her malbat jî li mala xwe bi zimanê dayikê biaxive. Ne hewce ye ku em ji bo vê ji dewletê destûrê bigirin. Li vê derê pirsgirêk kesên ku li mala xwe bi kurdî neaxivin e. Bila bi zarokan re bi kurdî biaxivin, ji xwe zimanê din li dibistanê hîn dibin.”    ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’    Baran ê diyar kir ku têkoşîna kurdan a ji bo nasnameya wan hêj didome,  îşaret bi albûma xwe ya dawî ya bi navê “Hêviya Çiya” kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo kurdan hêvî tu car naqede. Kurd bi sedsalan e daxwaza serxwebûna xwe, zimanê xwe û çanda xwe dikin. Di stranên min de jî hin rexneyên cuda hene. Ez di her albûma xwe de teqez rexneyekê li me dikim. Di albûmê de straneke bi navê ‘Eywax eywax’ heye. Li wê derê min nivîsand ku ka me kurdan bi pûç û vala çiqas hevdû şikandine, li dijî hev şer kiriye, nebûne yek û ji ber vê yekê bêwelat mane, ketine zindanan û li çiyayan jiyana xwe ji dest dane. Em nikarin bibin yek. Ji ber vê yekê jî yekane çareya me têkoşîna bi hev re ye.”