Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn 2023-06-21 09:02:21   STENBOL - Muzîkjen Cafer Alp ku ji ber stranên xwe tê darizandin, ji ber dîmenên wekî "delîlên dijhiqûqî" cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Muzîkjen Cafer Alp, di 7'ê gulana 2017'an de li Bûrsayê tev li geşta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû. Ji ber stranên xwe yên di geştê de gotibûn, di heman rojê de hatibû binçavkirin. Alp, piştî 2 rojên di binçavan de hat girtin. Alp, di 24'ê tebaxa 2017'an de hat berdan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê wî de doz hat vekirin. Piştî 6 salan Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Bûrsayê bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê" sal û 8 meh ceza li Alp birî.    Dadgehê, hinceta biryara xwe di 23'yê gulana 2023'yan de eşkere kir. Di biryarê de strana bi tirkî "Onrlû Bîr Halkiz Bîz" (Em gelekî birûmet in) û strana bi kurdî "Bijî bijî YPG" sûc hatin hesibandin. Her wiha navên wekî "Kurdistan", "gerîla" û "YPG" ên di stranên Alp de jî sûc hatin hesibandin.    Di biryarê de hatiye diyarkirin ku Alp wekî hunermend tev li geştê bûye û dîmenên ku ji aliyê polîsan ve hatine girtin jî wekî "dîmenên bi dizîka" hatine binavkirin. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku dîmenên ku bi dizîka hatine girtin ne li gor qanûnê ne û "delîlên dijhiqûqî" ne. Lê dadgehê tevî vê yekê jî ceza li Alp birî.   Hunermend Alp têkildarî cezayê lê hatiye birîn de axivî. Alp bilêv kir ku ew wiha difikire ku feraseta dema Ahmet kaya hê jî neguheriye û got ku netehemulkirina li hemberî hunermendên kurd û kurdî didome. Alp destnîşan kir ku ew li hember zextên desthilatê li ser pêyan e û got ku dê vîna wan tu carî neyê şikandin.    Alp di dawiyê de bilêv kir ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û li dijî polîtîkaya înkarkirinê bang kir ku hemû kurd xwedî li çanda kurdî derkevin.    MA / Rûkiye Adiguzel