Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin 2023-05-13 09:11:18   STENBOL - Hunermendan ji bo şandina desthilata AKP'ê ku êrişên xwe yên li ser qada çand û hunerê didomîne, wiha bang kirin: "Em xwedî li her dengî derkevin."    Her diçe zextên li ser çand û hunera kurdî zêde dibin. Konserên kurdî bêyî hincet tên qedexekirin û kesên bi kurdî distrên an tên qetilkirin jî bi hincetên cuda tên astengkirin. Herî dawî li Rihtima Kadikoyê ya Stenbolê muzîkjen cîhan Aymaz ê 30 salî di 2'yê gulanê de ji ber ku strana "Olurum Tirkiyem" (Ji bo te bimirim Tirkiye) negot, bi êrişa nijadperest a Mehmet Caymaz re rûbirû ma û hat qetilkirin.    Muzîkjen Kemal Yildirim û derhêner Hebûn Polat ku di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de xebatên xwe yên hunerî didomînin, êrişên li dijî çand û hunera kurdî û hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxandin.    Yildirim ku 20 sal in di warê çand û hunerê de dixebite, qetilkirina Cîhan Aymaz bibîr xist û got: "Sedema van qetilkirinan polîtîkayên nijadperest ên desthilata AKP'ê ne. 7-8 salên dawî, li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûman, bi taybetî li hemberî qada çandê zext û çewisandineke pir dorfireh tê kirin. Nêzî 8 sal in min konserek li dar nexistiye an jî hema bibêje min konser temaşe nekirine. Em hatine wê astê ku nikarin bêhnê bistînin."    Yildirim diyar kir ku NÇM di nava tûrneyên hilbijartinê de ye û ew bûne şahidê coş û baweriya gel a di warê guherandinê de. Yildirim bilêv kir ku ev hilbijartinê ji bo hunermendan pir girîng e û wiha pê de çû: "20 sal in em bi desthilateke ku bi her awayî li dijî qada çandê re rû bi rû ne. Divê em vê desthilata ku çand û hunerê tune dihesibne bişînin. Li Kurdistanê bi sedan saziyên çandê hatin girtin û bi dehan hunermend hatin girtin. Her wiha gelek jê jî ji bêgavî ji welêt çûn. Ya li me hunermendan dikeve jî, berxwedan e. Hilbijartin jî perçeyeke vê berxwedanê ye. Lewma divê hunermend biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin."    Derhêner Hebûn Polat jî anî ziman ku piraniya civakê nikare debara xwe bike û pergala heyî Tirkiyeyê xizan kiriye. Polat bilêv kir ku pergala heyî dê di 14'ê Gulanê de biguhere û got: "Bi taybetî 20 sal in em dibin şahidê zor û zehmetiyên gel. Lewma divê pêşî li ber vê bê girtin. Jixwe desthilata heyî bi tu awayî piştgiriya hunerê nake. Du pirsgirêkên me yên sereke ev in; yek, meseleya kurd. Dudu, meseleya aborî. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Ez bihêvî me ku wê desthilata heyî biguhere. Lewma her deng biqîmet e û divê xwedî li her dengî bê derketin."