Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist 2023-04-11 16:22:11 HATAY - Koma Gerok MA li Îskenderûnê bi zarokên bûne mexdûrên erdhejê re hate ba hev û çalakiyên cur bi cur li dar xist.    Gerok Ma ku ji hêla MA Muzîk, Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve hatiye avakirin, li yek ji bajarên di erdhejên Mereşê de herî zêde hilweşiyayî Hatayê çalakî li dar xist. Çalakî li Taxa Buluttepe ya navçeya Îskenderûnê hat lidarxistin. Di çalakiyê de koma Gerok MA’yê bi zarokan re darbûqe û def lê xist, stranên kurdî got û lîstik lîstin. Gerok MA’yê her wiha atolyeyên muzîk û wêneyan li dar xist.     Koma Gerok MA’yê dê di 12’ê nîsanê de li navçeya Defneyê û di 13’ê nîsanê de jî li navçeya Samandagê bi zarokan re bê ba hev.