Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike 2018-03-31 10:00:47   ÊLIH – Derhênerê belgesela “Dîroka mirina avê” ku behsa têkoşîna ji bo Heskîfê hat dayîn dike Alî Ergul, diyar kir ku her çalakî û şahiyek bê li darxistin dê wan hin bêtir gavekê nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike.    Navçeya Heskîfê ya Êlihê ku xwedî dîroka 12 hezar salan e li aliyekî dê ji ber avakirina Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne û li aliyê din jî tê hilweşandin. Turbeya Zeynel Beg ji cihê wê dîrokê vughezandin cihê Heskîfa nû ku li qontarê Çiyayê Ramanê cih digire. Hin mînareyên dîrokî ku dê veguhezînin Heskîfa nû jî di rojevê de ye. Her wiha li bendê ye dikanên Sûka Heskîfê ya dîrokî jî bên hilweşandin.    Derhênerê belgesela “Dîroka mirina avê” ku behsa têkoşîna ji bo Heskîfê hat dayîn dike Alî Ergul jî li aliyekî her dever û cihên dîrokî yên Heskîfê dikişîne û qeyd dike û dixwaze Heskîfê di rojeva welatê Ewropayê de bicih bike.    Piştî pêşandanên Heskîfê Ergul hat Heskîfê û got ku her roja ku diçe Heskîf tê hilweşandin û xelas dikin.    'AVHEWAYA HERÊMÊ DÊ BIGUHERE’    Ergul destnîşan kir ku li gel Heskîf di bin Bendava Ilisûyê de bimîne dê Geliyê Dîcleyê jî bê wêrankirin û got: “Li Geliyê Dîcleyê pir cûre biyo hene û di nav xwe de dihewîne. Ev bendav bi Heskîfê dibe rojev. Lê hemû bîra ma ya dîrokî û felaketek xwezayê dê pêk bîne. Li Geliyê Dîcleyê ji kulîlke û sewalan bigire heta mirovan dê bi bandor bibe. Heke ku bendav temam bibe û av bigire dê di dawiyê de hemû bibe herî û çalên foseptîk vebike. Li gel felaketa xwezayê dê avhewaya herêmê jî biguhere. Jiyana mirovên herêmê, xweza û dîroka bi hezar salan dikin qurbana bendavek 50 salan.”    'BERPIRSYARÎ YA UNESCO’YÊ YE’    Ergul da zanîn ku Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal bi tunekirinê re rû bi rû ye û wiha got: “Heskîf tenê na ya gelê kurd û herêmê ye. Heskîf mîrateya tevahiya gelên cîhanê ye. Tunekirina Heskîfê û di bin avê de hiştin berpirsyariya herî mezin a UNESCO ye.”    LI HER DEVERÊ ÇALAKΠ   Ergul anî ziman ku dê di 28’ê Nîsanê de ji bo Roja Çalakiyê Kûrewî ya Heskîf û Sûrê  li gelek deverên cuda yên Ewropayê çalakî bên lidarxistin û wiha domand: “Ev çalakî hemwext li Heskîf, Sûr û gelek deverên din jî pêk bên gelek girîng e. Her çalakî û şahiyek bê lidarxistin wê me hin bêtir gavekî nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike.”    MA / Metîn Yoksu