Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide 2022-06-14 10:27:15   AMED - Hunermend Mikaîl Aslan wê li Amed, Sêrt, Êlih û Siwêregê konser bide.    Hunermendê kurd Mikaîl Aslan di bin navê "wê awazên me bêdeng nebin" de derdikeve tûrneya konseran. Destpêkê wê Aslan di 16'ê hezîranê de li Baroya Sêrtê derkeve ser dikê. Piştre di 17'ê hezîranê de li Baroya Êlihê, di 18'ê hezîranê de li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê û herî dawî di 19'ê hezîranê de jî wê li Navenda Çandê ya Siwêregê derkeve ser dikê û konseran bide. Di tûrneyê de wê Cem Erdost Îlerî, Olcay Bozkûrt û Sîtar Sertaç Şanli jî wê bi Aslan re derkevin ser dikê.