Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak 2022-03-18 16:17:03   ENQERE - Lîstikvan Peake, bi parvekirinekê piştgirî da hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku ji ber gotina stranên kurdî hatiye girtin.    Lîstikvana înigilîz Maxine Peake ku dildara Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştiyê ye, li ser hesabê xwe yê medya sanal bi parvekirinekê piştgirî da hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku ji ber gotina stranên kurdî hatiye girtin. Peake, dîmenekî Dûrak ku ji aliyê hesabê twîterê “Free Nûdem Durak/ Nudem İçin Adalet'” yê ji bo wê hatibû vekirin ve hatibû parvekirin retweet kir û ev tişt got: "Bila Nûdem Dûrak bê berdan."    Di çarçoveya kampanya ku ji bo Dûrak hatiye destpêkirin de heta niha muzîsyen, wênesaz, lîstikvan û akademîsyen jî di nav de bi sedan kes banga piştevaniya Dûrak kirine. Di bangên ku hatine kirine de berdana Dûrak hatiye xwestin.