Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da 2022-02-27 21:29:54   STENBOL - Hunermend Xalît Tarî bi organîzsyona NÇM'ê li Stenbole konser li dar xist û eleqeyek mezin nîşanî konserê hat dayîn.   Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya xwe ya li Taksîma Stenbolê ji bo hunermend Xalît Tarî konser li dar xist. Gelek kes beriya bername dest pê bike hatin li eywana konserê cihê xwe girtin. Xalît Tarî derket ser dikê û strî. Temaşevan û guhdaran kêfxweşiyek mezin nîşanî konserê dan û ji hunermend re li çepikan dan. Xalit Tarî li ber stranên xwe hem guhdarên xwe xemgîn kir û hem jî dilxweş kir. Di dawiya konserê de temaşevan li ser piyan ji Tarî re li çepikan dan.