Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike 2021-11-27 09:03:10 AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd ku hewl dide ji bo pêşxistina kurdî komxebatekê li dar bixe, ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan jî dê 2 pirtûkan çap bike.       Komeleya Wêjekarên Kurd, ji bo pêşxistina ziman û wêjeyê par hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Hevserokên komeleyê Sûltan Yaray û Mehmet Devîren anîn ziman ku du sal in di warê ziman de hin xebat kirin.    Hevserokê komeleyê Mehmet Devîren, anî ziman ku bi çalakiyên li dar dixin pirsgirêkên nivîskaran, pirsgirêkên di warê ziman de nîqaş dikin. Devîren, destnîşan kir ku li bersiva pirsên wekî "Em dikarin çi bikin?" û "Em nivîskarên kurd em ê van pirsgirêkan çawa çareser bikin?" dfigerin û got: "Gava em li dîrokê mêze dikin, em dibînin ku yên dibin bersiva pêşerojê nivîskar û entelektuel in. Tu nivîskar û entelektuel jî bêyî civakê nikarin jiyana xwe bidomînin."    'DEWLET BI SER NEKET'   Devîren, destnîşan kir ku nivîskar bandorine mezin ji zimanê zikmakî û erdnîgariya lê dijî digirin û got: "Em jiyana xwe bi zimanê xwe didomînin. Dewlet ji bo em vî zimanî ji bîr bikin pir li ber xwe da, lê bi ser neket."    XWEDÎDERKETINA LI ZIMAN   Devîren, destnîşan kir ku nivîskar divê ji xeynî nivîsandinê xwedî li zimanê kurdî jî derkevin û got: "Ya bi nivîskar dide nivîsandin çîrokên li vê xakê qewimîne û diqewimin bi xwe ne. Tu jî tiştên ji wê bîrê û wan hestan dinivîsî. Ji bo kurdî nebe zimanê nivîskî gelek astengî danîn ber kurda. Windakirina ziman, windakirina mirovahî û nivsîkaran e jî. Em nivîskar dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî. Em ji bo xwedî li ziman derkevin, em bi komele û saziyan re li hev kom bûn."    KOMXEBATA NIVÎSKARAN   Devîren anî ziman ku hewl didin di her warî de xebatên xwe berfireh bikin û plana wan ew e ku di nêz de tevî saziyên ziman "Komxebata Nivîskarên Kurd" li dar bixin.    DÊ 2 PIRTÛKAN ÇAP BIKIN   Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray jî destnîşan kir ku ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan dê 2 pirtûkan çap bikin û ji van pirtûkan yek jê ya helbestan a din ya çîrokan e. Yaray, bilêv kir ku deriyê wan ji nivîskarên ciwan re tim vekiriye.    'EM DIKARIN ÇI BIKIN?'   Yaray, diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bal kişand ser rola nivîskarên kurd û got: "Em rexne dikin, lê em naxwazin tenê di vir de asê bibe. Em dikarin çi bikin? Em li bersiva vê pirsê digerin. Ji bo yekîtiyê û pêşerojê çi hewce be em dixwazin wê bikin."    ROLA JINAN   Yaray, anî ziman ku di hînbûna zimanê zikmakî de rola jinan roleke pir girîng e û got: "Qet naxwazin zana û azad bin. Nivîskarên jin jî van qaliban bi pênûsa xwe û pirtûkên xwe dişikîin. Lewma bi zextine pir mezin re rû bi rû dimînin. Mesela 30 sal ceza li Ayşe Gokkanê birîn. Wekî wê gelek jinên din jî girtine û hewl didin denên wan bitepisînin. Lê jina kurd ji berê de tim dengê xwe bilind dike. Jin dê ji niha û pê ve jî heya ji destên wan bê dengê xwe bilind bikin."