Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir 2021-07-24 09:02:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Weşanxaneya Na, pirtûka dîrokî ya nivîskar Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand.  Weşanxaneya Na, pirtûkeke din a lêkolîna li ser dîrokê li wêjeya kurdî zêde kir. Weşanxaneyê, pirtûka nîviskar û êzdînas Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê û xebateke pirralî ye. Pirtûk tev bi reng e. Hem bi karton hem jî berga bi cîld hatiye çapkirin.   NAVEROKA PIRTÛKÊ   Weke ku ji navê wê jî diyar e, pirtûk bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan ûrartûyan heye an na, ev êla kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na? Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye? Ji ku ye? Wî koçî ku deran kiriye? Endamên malbata Zoro Axa kê ne? Ew ketine kîjan şeran? Her wiha ev kesayetê girîng bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî dikeve bin qeydan.    PIRTÛK BI NEXŞE Û WÊNEYAN XEMILANDIYE   Kemal Tolan di pirtûkê de cih dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenên hêja dixemilîne. Tiştekî balkêş ê din jî ew e ku Tolan 16 rûpelên dawîn ên pirtûkê bi çavkaniyên cûr bi cûr tijî kiriye. Ev jî nîşan dide ku xebata wî bi kedeke têr û tijî hatiye amadekirin.    SERPÊHATÎ Û ANEKDOT    Di vê pirtûkê de Xerzî Xerzan û Egît Yazar bi nivîs û lêkolînên xwe piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan gelek serpêhatî, stran, anekdot û bîranînên cûr bi cûr berhev kiriye û tevlî pirtûkê kiriye.   KEMAL TOLAN KÎ YE?   Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bûye. Ji ber ku dema perwerdeya dibistana navîn neheqîya nenasîna êzdîyatiyê lê dibe, nikare li herêmê lîseyê bixwîne û ji neçarî derbasî navçeya Wêranşarê ya Rihayê dibe û li vir lîseyê diqedîne. Piştî bi dawîbûna lîseyê ji vir jî koçî Almanyayê dibe û heta niha jî li Almanyayê dijî. Li Almanyayê karê wergerê dike û ji bo nasandina êzdiyan gelek xebat dimêşîne. Heta niha bi “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” re derbarê êzidiyan de 6 pirtûk nivîsandine.