Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike 2021-07-22 09:00:09 ENQERE - Şanoya Devînîm a Enqereyê, bi kadroya xwe ya ciwan û çalak, bi skêcan dest bi heyama xwe ya 11'an dike.  Şanoya Devînîm a Enqereyê ku feraset û lêgerîna heyî ya şanoya Tirkiyeyê rexne kir û hewil da ji xwe re cihekî peyda bike, bi 4 lîstikan dest bi heyama xwe ya nû dike. Nivîskarên lîstikan Ahmet Yapar û Yûnûs Emre Gumuş in û derhênerê wan jî Ahmet Yapar e. Şanoger dê bi komeke 8 kesî derkevin ser dikê. Afîşên wan ên balkêş ji niha ve bala şanohezan kişandiye.    Derhêner Ahmet Yapar, anî ziman ku ji ber pandemiyê demeke dirêj ji dikê dûr ketibûn, lê belê niha bi kelecanek mezin dê cardin vegerin ser dikê. Yapar got: "Li ser dikê çavketina bi temaşevanan, çepik û rexneyên wan, em kelecanî dikin. Ji xeynî vê ji xwe endîşeya me heye. Em ditirsin ji nişka ve cardin her der bê girtin û em cardin ji dikê dûr bikevin, ji ber vê em bûne paranoyak."    'ME BÊRIYA KEN KIRIYE'    Şanoger Bûrak Efe Meyîllî jî di 4 lîstikên nû de heye. Meyîllî, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de dê lîstikên wan bi kêrî temaşevan û lîstikavanan bê û got: "Em ê bi lîstikine pir xweş li ser dikê bin. Me hemûyan bêriya ken kiriye. Em komeke ku ji deverine cuda hatine û xwedî şêwazine cuda ne. Em bûne malbat. Me hewil da em vê germahiya di navbera xwe de, di lîstikên xwe de jî bidin der."    LÎSTIKA EWIL DI 6'Ê TEBAXÊ DE YE    Lîstikvan Îlknûr Akpinar jî got: "Em ê bi lîstikên xwe yên nû, axa mirî ya li ser xw ebavêjin. Dê şano peywira xwe bi cî bîne. Dê lîstikên me jî kêfa mirovan bîne û wê enerjiya wan a jiyanê cardin gur bike."    Lîstika ewil a heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê “Parody Night Show” e. Dê lîstik di 6'ê Tebaxê de li Dika Shelterê bê lîstin.    MA / Berna Kîşîn